Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiyan (NAV-YEK), Desteya Rêveber a Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan (PADÊ) û Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxanê (TAJÊ) Cejna Êzî li civaka Êzîdî û hemû mirovahiyê pîroz kir û bi wesîleya vê cejnê, ji bo parastina çand û ola xwe banga xurtkirina têkoşînê li Êzîdiyan kir.
Desteya Rêveber a Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan (PADÊ) bi wesîleya cejn Êzî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de, bi hêviya siberojeke azad û demokratîk, cejna Êzî li civaka Êzîdî û hemû mirovahiyê pîroz kir.
Di peyama PADÊ de hat ragihandin, ku pêvajoya heyî pêvajoyeke têkoşînê ye û hat gotin, “Eger em tênekoşin, em ê nikaribin xwe û ola xwe biparêzin. Em ê nikaribin bi awayekî serbest rojiyên xwe bigirin û cejnên xwe pîroz bikin. Lewma pêwîstî bi têkoşîneke xurt heye.”
Berê xwe bidin Şengalê
Di daxuyaniya PADÊ de bal tê kişandin ser sazî û dezgehên li Şengalê ji aliyê gel ve hatine damezrandin û hat gotin “Di heman demê de pêwîstî bi xurtkirina pêşvebirina pergala xweser ya Şengalê heye. Gelek sazî û dezgehên Êzîdiyan hatine damezrandin. Lewma em gelê xwe yê li derveyî Şengalê dijîn, vedixwînin Şengalê. Werin di nava pergala xwe ya demokratîk de cih bigirin, jiyana demokratîk û xweseriya demokratîk em bi hevre ava bikin. Di dawiya daxuyaniye de hat gotin, “Em hêvîdar in, cejn bibe wesîleya aştiya civakî.
NAV-YEK’ê cejn pîroz kir
Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiyan (NAV-YEK) bi wesîleya Cejna Êzî peyamek weşand û cejn li civaka Êzîdî, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, cangoriyên têkoşîna azadiyê yên li Êzîdan û tevahiya Kurdistanê û mirovahiyê pîroz kir.
NAV-YEK’ê got, “Em hêvîdar in cej bibe wesîleya aramî, aştî û azadiya hemû gelan.”
NAV-YEK’ê bal kişand ser xeteriya li ser çand û baweriya Êzîdiyan û diyar kir, divê civaka Êzîdî bi taybetî Êzîdiyên li derveyî welat dijîn bawerî û çanda xwe biparêzin û xwedî li nirxên xwe derkevin. NAV-YEK’ê işaret bi rewşa Şengalê jî kir got, “Ji bo li weletekî azad û di nav aramiyê de em bikaribin cejnên xwe pîroz bikin û çanda xwe biparêzin, girîng e em tekoşîna xwe li hemû qadê jiyanê bilindtir bikin.”
NAV-YEK’ê bibîr xist, ku li Bakurê Kurdistanê têkoşîneke bêhempa tê meşandin û ragihand, weke saziyên civaka Êzîdî di nava her şert û mercî de ew piştgiriyê didin vê berxwedanê. Di dewama peyamê de hat gotin, “Divê baṣ bê zanîn; azadiya Kurdistanê azadiya Êzîdxanê ye û azadiya Rêber Apo azadiya civaka Êzdiya ye. Lewra, ji bo rizgarkirin û avakirina Ṣengalê çi pêwîst be, divê em bikin û ji bo azadî û rûmeta xwe em hemû derfetên xwe bikar bînin.”
TAJÊ: Bila cejn bibe wesîleya têkoşînê
Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxanê (TAJÊ) bi wesîleya Cejna Rojên Êzî daxuyaniyek nivîskî da, diyar kir ku Her gelekî xwedî dîrok û felsefe, hebûna xwe li ser hîmên pîroz ava dike û diparêze û got, “Wek gelê Êzîdî jî şêwazekî parastina ol û baweriya xwe bi riya cejnên xwe em pêk tînîn. Ji dîrokê heya niha hemû êrîşên li ser vê civakê hatine, ji bo vî miletî ji cewhera wê dûr bixin û pîroziyên wê tine bikin bû. Lê çiqas êrîş hat jî me zêdetir nirxên xwe yên pîroz parastin û adetên xwe bi kêfxweşiyek mezin bi cîh anîn.” Di berdewama daxuyaniyê de ev hatin gotin: “Bi wesîleya vê cejnê em bang li hemû jinên Êzîdî, jinên cihanê dikin bila tevlî têkoşîna me bibin ku heya cejneke din em hemû êsîrên xwe xilas bikin û azadiya Êzîdxanê ava bikin.
Careke din Cejna Rojên Êzî ji bo hemû Êzîdiyên ku li çar aliyê dinyayê belav bûne pîroz bibe. Ev cejn bibe wesîleya aştiya cîhanê.”
ŞENGAL