Îro cejna Êzî ye. Bi vê rasthatinê saziyên Kurd û yên civaa Êzîdî peyamên pîrozbahiyê weşandin. Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Rêveberiya PADÊ û Dîwana Serokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), bi wesîleya Cejna Êzî daxuyaniyên nivîskî weşandin.

Konseya Rêveber a KNK'ê bi bîr xist ku Cejna Êzî cejna avakirinê ye û di destpêka daxuyaniya xwe de got, "Em berî her tiştî cejna Êzî li civaka Êzîdiyan, li gelên Kurdistanê û tevahiya mirovahiyê pîroz dikin. Her wiha em hêvîdar in ku ev cejn bibe wesîleya aştî, azadî û biratiya gelan."

KNK'ê îşaret bi girîngiya cejnê di vê pêvajoyê de kir û got,"Pîroziya van cejnan di dema îro de, ji her wextî bêhtir, ji bo bawerî û ҫanda Êzdatiyê hê watedar e. Ji ber ku ev ҫanda qedîm bi her awayî di bin metisiyeke mezin de ye. Girîng e civaka Kurdên Êzîdî û bi taybetî Êzîdiyên li derveyî welat, bawerî û çanda xwe biparêzin û xwedî lê derkevin.

Li ser vî esasî em wek KNK´ê, bang li gelê Kurdistanê hemûyç, civaka Êzidî û dostên gelê me dikin, werin em bi hev re Şengalê ava bikin û bibin alîkar ku gelê me yê Êzîdî bizivire ser axa xwe. Bi van hêviyan em careke din, cejna Êzî li civaka Êzîdiyan û tevahiya mirovahiyê pîroz dikin."


Emê li ser rêbaza berxwedanê bin

Rêveberiya PADÊ´yê jî bi minasebata Cejna Êzî peyamek weşand û got, “Em vê cejnê li hemû Êzîdiyên li çar parçeyên Kurdistanê, Iraq û cîhanê, li Rêber Abdullah Ocalan û hemû malbatên şehîdên Êzîdxanê pîroz dikin. Em bi hêvî ne ku ev cejn bibe wesîleya rizgarkirina hemû kesên hatine revandin. Em wekî partiya PADÊ soz didin ku em ê li ser rêbaza berxwedan û têkoşînê bimeşin, hemû kar û hewldanên me wê ji bo pêkanîna daxwazên gelê me yê Êzîdî bin. Em ê li hemberî her xetereke li ser gelê me, bisekinin.

Bi vê minasebetê em bang li keç û xortên Êzîdxanê dikin ku erkên xwe yên dîrokî, olî û exlaqî pêk bînin û tevlî nav refên YBŞ û YJŞ’ê bibin."


Li Êzîdxana azad û xweser

Dîwana Serokatiyê ya KCDK-E´yê jî bal kişand ser rola girîng a cejnan ji bo pêkhatina yekîtî û rêxistinbûna gel û got, "Kurdên Êzîdî cewhera Kurdayetiyê ne. Lewma pêkhatina yekîtî û rêxistinbûna wan, parastina nirxên neteweyî û baweriyê, azadiyê hê bêhtir nêz dike.

Em hêvîdar in ku cejna Êzî ji bo civaka me ya Êzîdî bibe roja parastina nasname û yekîtiya xwe.

Bi wesîleya Cejna Êzî, em yekîtiya xwe û rêxistinbûna xwe xurtir bikin, berxwedana xwe ya li dijî serdestan geştir bikin û li Êzîdxana azad û xweser cejna xwe ya Êzî pîroz bikin. Em hêvîdar in ev cejn ji bo hemû mirovahiyê bibe wesîleya azadî û wekheviyê."