Welatiyên Êzîdî bi bawerî û adetên xwe tên naskirin. Yek ji van bawerî û adetên Êzîdiyan jî Cejna ku bi navê Bêxwîn tê naskirin. Ev cejin her sal ji aliyê welatiyên Êzîdî ve di pênçşêma duyemîn a meha Sibatê de li gorî salnameya Êzîdîyan tê pîrozkirin. Êzîdî sê rojan rojî digrin û tiştên ji xwînê yan jî (berhemên sewalan) naxwin. Her wiha li cem bawermendên ola Êzîdî cejneke pîroz e.

Bawermendên Êzîdî ji roja sêşemê ve dest bi rojiyê dikin û heta roja pêncşemê, didomînin. Di nava wan rojan de goşt û xwarinên ku ji berhemên sewalan çêdibin, nayên xwarin, lê tenê xwarinên weke sebze, meywe û xwarinên xwezayî, tên xwarin.

Derbarê rê û rêbazên Cejna Bêxwîn û çawa tê pîrozkirin de, yek ji oldarên Êzîdiyan yên ji gundê Birc Evdalo yê girêdayî Navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê, Mihemed Kalo ji ANHA’yê re axivî.

Mihemed Kalo got ku ji ber ku di van rojan de çênabe xwîn bê rijandin û lawir bên serjêkirin ev nav, li cejnê hatiye kirin. Kalo destnîşan kir ku bi hêviya ku hemû hêviyên kesên vê rojiyê digirin, pêk werin tê lidarxistin.

Kalo diyar kir ku ji bo pîrozkirina cejan Bêxwînê xwarinek herî kêm ji 7 cureyên dendikan tê çêkirin ku dikare bigihîje 40 cureyan jî û got: “Cûreyên hemû dendikan yên wekî ceh, genim, garis, nok, nîsk û hwd di nava hev de tên hûrkirin û paşê dixin alaveke mezin ya vekirî. Barê giran di cejnê de li ser milê jinên Êzîdî ye ,ew Bêxwîn çêdike û di hemû tiştî de bi rola xwe ya olî radibe.”

Rijandina xwînê guneh e

Di vê rêzê de Hevseroka Yekîtiya Êzîdiyan Suad Hiso got: “Cejna Bêxwîn ango Cejna Xidir-Îlyas wateyeke wê mezin li cem gelê Êzîdî heye û bi taybet li cem jinê. Ji ber ku cejn û jin di mijara parastina xwezayê de wekhev in, hev du temam dikin. Van rojan rijandina xwîn guneh e.ʺ

Li gorî baweriya êzîdiyan her kesê ku bixwaze ku hêviyek wî pêk were, hinek ji xwarina Bêxwînê dixe alavekê û bê ku jê bixwe dixe bin serê xwe û radikeve, da ku ev xwarin ji kevirê ku bi navê, Kevirê Sêvan tê naskirin, pîroziyê bigire. Paşê jî her du ferîştehên bi navê Xizir û Îlyas tên serdana Bêxwîn û şopên serdana xwe dihêlin. Ew herdu firişte jî tu carî namirin û hemû hêviyên kesên ku berê xwe didin wan pêk tînin.ˮ

Kalo da zanîn ku Êzîdî dibêjin ku her kesên ku xwarina Bêxwînê bixwin, bê guman dê xewnekê bibînin û piştî ku sibehê rabûn û dema behsa xewna xwe kirin, dê ew xewn pêk bê.

Kalo di dawiyê de jî got ku cejna Bêxwîn xêr û bêrê dixe nava her tiştî, ji bo wê jî divê em bidin sewalên xwe jî û li nava zeviyên xwe jî belav bikin.”

Wateyên ferîştehan hene

Di baweriya Êzdayetiyê de melekên Xizir û Ilyas di roja cejnê de vedigerin, dilê mirovan ronî dikin û hêviyên wan bi cîh tînin. Melekê Xizir melekê çandiniyê ye û melek Ilyas jî melekê baranê ye. Herdu melek ji bo vejîna xwezayê di vê rojê de li hev dicivin. Xwarina “Bêxwînê” jî divê di êvara roja cejnê de bi hinek xwê tê xwarin û piştre av nayê vexwarin. Armanca vê yekê jî ew e ku kesên tî dibin hêviyên xwe di avzêla melekên Xizir û Ilyas de bînin ziman. Li gorî bawermendên ola Êzidî pêwîst e di vê mehê de welatî pêdiviyên xwe ji xwezayê bigirin û xwarina goşt di vê mehê de were qedexekirin.


Li Efrînê pîroz kirin


Yekîtiya Êzîdiyan a Kantona Efrînê bi boneya hatine cejna Xidir Ilyas (Bêxwîn) şahiyek li salona  Ava ya Efrînê organîze kir. Di şehiyê de bi sedan ji pêkhateya Êzidî, nûnerên TEV-DEM`ê , Meclîsa Rêveber, Meclîsa Zagonsaz, Kongreya Star û hêzên Asayîşê amade bûn. Hevseroka Yekîtiya Êzîdiyan Suad Hiso, Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Zelal Cîger û cîgirê serokê Yekîtiya Kar û Barên Olî ji ola Îslamê Feysel Hebeş axivîn. Axaftivanan bi giştî cejna Bêxwîn li tevahî Êzidiyan û gelê Kurd pîroz kirin û destnîşan kirin ku ev cejin, cejna hêviyan e, tevahî hêviyan di vê rojê de bi cih tên. Di axaftinan de bal kişadin ser fermanên ku hatine gelê Êzidî û bang li wan hate kirin têkoşîna xwe li hember her êrîşan bilind bikin. Her wiha di şahiyê de ciwana bi navê Ayşe Caf ku cilên spî nîşana aştiyê li xwekiribû helbestek taybet a Êzîdiyan xwend. Piştre merasîmên olî ji aliyê hejmarek şêxên Êzidiyan ve hat pêşkêşkirin. Koma Civîkên Zeredeşt a şanoyê jî li ser pênasekirina cejnê şanoyek pêşkeş kir. Paşê xwarina Bêxwîn bi hevre sorkirin û ji bo di roja cejnê de werê xwarin li beşdaran bela kirin.




HESEN DÎWANÎ / NÛRHATA HESEN / ANHA/ EFRÎN