Di çalakiyên 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de ku li seranserê Ewropayê û gelek navendên cîhanê hate pîrozkirin de êrîşkariya dewleta Tirk a li ser gelê Kurd û bi taybetî li dij Rojavayê Kurdistanê hate şermezar kirin. Di çalakiyan de peyamên pêwistiya hevkariya navneteweyî ya hêzên pêşverû hatin bilêvkirin. Di çalakiyan de sembolên berxwedanê û posterên şehîdên berxwedana Kobanê hatin hilgirtin. Li Îtalya, Almanya, Awûstirya, Spanya, Norveç, Swîsre û Fransayê li bi dehan navendan çalakiyên pîrozbahiyê pêk hatin. 

ALMANYA


Bi munasebata Roja Kobanê ya Cîhanê li her cihê Almanya yê Kurd dijîn çalakî hatin lidar xistin. Çalakiyên pîrozbahiyê li Berlîn, Frankfurt, Munchen, Hildesheim, Mannheim, Stuttgart, Heilbronn, Koln, Dusseldorf, Hamburg, Duisburg, Rüsselsheim, Ludwigshafen, Monchengladbach ve Meckenheimê pêk hatin. Li Franfurtê hewldanên polîs ên qedexekirina alên YP/YPJ’ê bi tundî hate şermezar kirin. Girseyê ji bo helwesta polîs şermezar bikin pankart û alên YPG/YPJ’ê hilgirtin û di dawiya çalakiyê de li ber avahiya şaredariyê danîn. Li gelek navendên Almanyayê jî çalakî heya dawiya hefeteyê wê berdewam bikin.  


ÎTALYA

Welatekî din ê coşa serkeftina Kobanê lê hebû Îtalya bû. Li bajarên Modena, Roma, Torino, Milano û Livorno Kurdan û dostên gelê Kurd bi pîrozbahiyên organîze kirin coşa serkeftina berxwedana Kobanê pave kirin. Di çalakiya li bajarê Modena de parlementera kevin û dosta gelê Kurd Angela Belei axifî û peyama heya dawiyê domandina piştgiriya gelhe Kurd ê li ber xwe dide da. 

AVUSTURYA

Li bajarên Graz, Innsburck û Viyana yê Awusturyayê bi beşdariya Kurdan û dostên wan çalakiyên pîrozbahiyê yên bi coş hatin lidarxistin. Di çalakiya li Grazê de saziyên demokratîk ên penaberan û saziya (KJÖ) Komunist Jugent Österreich bi beşdariya xwe piştgirî dan çalakiyê. 

FRANSA

Li Fransayê jî bajarên Strasbourg, Montpellier û Liyonê malovaniya şahiyên pîrozbahiya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê kirin. Di çalakiyê de ji bilî alên YPG/YPJ’ê flamayên KCK’ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şoreşgerên Tirkiyeyê yên şehîd hatin hilgirtin. 

SPANYA

Li Spanyayê li paytex Madrît û bajarê Barcalona bi beşdariyeke mezin berxwedana Kobanê careke din hate silav kirin. Li Madrîdê bi munasebeta rojê civîneke çapemeniyê hate lidarxisitn. Di civînê de hewldanên dewleta Tirk ên dagirkirina başûr û rojavayê Kurdistanê hatin şermezar kirin. Bal hate kişandin ku Serokomarê Tirk Erdogan li pey xeyalê Osmanî li Rojhilata Navîn roleke xetere dileyize. 

NORVEÇ

Kurd û dostên gelê Kurd ên li Norveçê li paytext Osloyê li hev civiyan. Di pîrozbahiya Kobanê ya li Qada Karkeran a Osloyê de saziyên Noveçî û yên Kurd destek dane çalakiyê. Nûnerên Partiya Sosyalîst a Çep a Norveçê, Partiya Sor a Norveçê, Partiya Çep û Eniya Jinên Norveçî jî beşdarî çalakiyê bûn. Her wiha nûnerên PYD’ê PJAK û YNK’ê jî di çalakiyê de amade bûn.  

SWÎSRE

Li navendên girîng ê Swîsreyê jî çalakiyên pîrozbahiya Roja Kobanê ya Cîhanî hatin pîroz kirin. Bi beşdariya saziyên Kurd û rêxistinên çep ên Tirkiyeyî û Swîsreyî li Zurîh, Basel, Lozan û Bernê çalakî pêk hatin. Di çalakiyan de beşdariya jinan a bi cilên Kurdî bal kişand. Çalakî bi govendan bi dawî bûn. 


SWÊD

Li bajarên Stockholm, Goteborg û Vêstrasê pîrozbahiyên 1’ê Mijdarê Roja Kobanê pêk hatin. Di çalakiyan de êrîşên hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirk hatin şermezar kirin. 

DANİMARKA

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê bi organîzekirina şeveke ji aliyê Kurdan û dostên Kurdan ve Roja Kobanê hate pîroz kirin. Di şeva ku şano hate nîşandan û hunermend derketin serk dikê û stran gotin de peyamên piştgiriya bi gelê Kurd re derketin pêş. 

ADIGEY

Kurdistaniyên ku li Komara Xweser a Adigey ya girêdayi Federasyona Rusya dijîn bi daxUyaniyek çapemeniyê  1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin û êrîşên dewleta Tirk ên li ser siyasetmedar û saziyên Kurd şermezar kirin. 

Daxuyanî li pêşiya avahiya Otonomiya Çanda Kurd Agirî hat dayîn. Li daxuyaniyê li gel rêveber û endamên meclîsa gel gelek welatî jî amade bûn. 


NAVENDA NÛÇEYAN