Laliş, li Herêma Federal a Kurdistanê nêzi bajarê Duhokê ye. Li navça Şêxan e û ziyaretgeheke heri piroz e ji bo kurdên êzdî. Laliş cih û warê xas ê êzdiyan e û her du kaniyên pîroz "Kaniya Spî" û "Kaniya Zimzim" li wir diherikin.
Pîrozi û wateya Lalişê di Qewlê Êzdiyan de, bi rengekî zelal hatiye ser ziman: "Erd mabû bihitî Hidûdekî xwedidî Got: "Ezîzê min erd bê wê surê natebitî." Badî çil salî bi hijmar e, Erdê bi xwe re negirt heşare. Heya Laliş di nav de nehate xware. Laliş ku dihate, Li erdê şîn dibû nebate, Pê dizeyînîn çiqas kinyate. Ku kinyat pê dizeyînîn Çar qismet têk hincinîn Ax û av û ba û agirîn Qalibê Adem Pêxember jê nijinîn.
Her çiqas giringi û wateya Lalişa Nûranî tê zanin ji, lê ji ber ku li herêmê aramî tune ye, civaka êzdiya ji nikare bi rengeki azad cejnê xwe piroz bike. Lê disa ji, tevî hemû şert û mercên geleki zor, ev çend salin ji aliyê Federasyona Komelên Êzdiya ve, di dema cemayiya Lalişê de, ji Ewropa û deverên din kom tên amadekirin û diçin Lalişê.
Îsal ji di navbera 4 û 18 cotmehê de komek ji bawermendên êzdiya çûn ziyareta Lalişa Nûrani. Armanca wan ew e ku civaka êzdiya ji diroka xwe û çanda xwe dûr nekeve.
Federasyona Komelên Êzdiyan bi vê munasebeta cejna Laliş, bang li civaka êzdiya kirin û xwestin cejna xwe pîroz bikin. Komeleyê wiha got: "Ji bo ku bibin bersiva van rojên piroz, li kuderê dibe bila bibe giringe em nirxên xwe yên olî û netewî bi parêzin, li dora saziyê xwe kom bibin û li diji êrişê dewlata Tirk yên qirkirina gelê kurd derkevin.
Bi van bir û baweriyên xurt, em hemû êzdîyên dilsoz vexwendi pirozbahiyê Cejna Laliş dikin. Em hêvidarin cejna Laliş ji bo gelê kurdistanê û civaka kurdên êzdî bibe wesîleya aşiti û azadiyê. Em cardin cejna Laliş li hemû gelê kurdistanê û tevahîya mirovahiyê pîroz dikin."


DİHA/ NAVENDA NÛÇEYAN