
Îro 3’yê cejneyê û welatiyan di roja yekem piştî nimêjê goristan ziyaret kirin. Her 4 aliyê Kurdistanê welatî êşa welatiyên ku ji ber erdhejê mexdûr bûne û 36 gerîlayên HPG’ê yên jiyana xwe ji dest dane parvekirin.
Heyeta KCD'ê û BDP'ê ku ji Hevserokên Giştî yên BDP û KCD'ê, parlamenter û şaredarên BDP'ê pêk dihatin hatin Wanê û 3 rojin bi 3 koman li gund û taxên Wan û Erdîşê geriyan. Heyeta ku bû 3 kom û welatî ziyaret kirin hem pirsgirêkên welatiyan tespît kirin û hem jî cejna welatiyan pîroz kirin. Heyetên ku çûn Wanê pirsgirêkên welatiyan gudar kir û êş û azarên van parvekirin.
Her wiha 36 malbatên endamên HPG'ê yên ku li Geliyê Tiyarê ya navçeya Çelê di operasyona TSK'ê de bi çekên kîmyewî jiyanaxwe ji dest dan di nav şînê de cejn pêşwazî kirin. Her çar parçeyên Kurdistanê êş bû yek û li şûna hewaya cejnê şîn serdest bû.
Welatiyên Mexmûrê bi minasebeta Cejna Qurbanê piştî nimêja cejnê bi serdana Goristana Şehîdên Penabertiyê û Saziya Malbatên Şehîdan ziyaret kir. Gelê li Wargeha Mexmurê cejna xwe ya qurbanê bi dilşkestinê pêşwazîkirin. Gelê wargehê di roja yekem de piştî nimêja cejnê, bi girseyî çûn serdana Goristana Şehîdên Penabertiyê. Welatiyan li goristanê, ji bo kesên jiyana xwe ji dest dabûn yasîn û dua xwendin, şekir belav kirin.
Zarokên Amedê yên di nava şer, pevçûn û pêşwazîkirina cenazeyan de mezin dibin di vê cejnê de dîsa pereyên ku ji malbata xwe girtin li çekên pelîstok xerç kirin. Zarokên di nava kuçe û kolanan de digêhij hev, çekên ji bejna xwe meztir dikirin û li nava kolan guleyan diteqînin. Zarokan bi hevre lîstikên şer dilîzin û xuya dike ku şer bandorek li ser çêkiriye. Zarokên Amedê dema kamerayan dibînin çekên destê xwe radikin hewa û guleyan berdidin hewayê. Lîstokên zarokên Amedê bi tevahî li ser mijara şer tê lîstin. Ji dengê teqandina zêde ya guleyan welatiyan jî zîrew dike.
AMED