Cejna Remezanê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê hat pîrozkirin.
Bi boneya cejnê xelkê wargeha Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê piştî ku nimêja cejnê kirin, berê xwe dan ser goristanê. Piştî serdana goristanê, xelkê wargehê çû Saziya Malbatên Şehîdan û cejna hev pîroz kirin.
Li Saziya Malbatên Şehîdan hevserokê Meclîsa Gel a Wargehê, Huseyîn Kara cejn li dîlên azadiyê, dayikên aştiyê, tevahî şehîdên Kurdistanê û gelê Kurd pîroz û got, “Em hêvî dikin ku ev cejn wê bibe wesîleya aştî û azadiya gelê Kurd û tevahiya gelên bindest.”
Cejna aştî û aramiyê
Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî der barê cejna Remezanê de peyamek da. Meclisa Rêveber cejna Remezanê li tevahiya gelên Sûriyê û civaka Îslamî û tevahî malbatên şehîdan pîroz kir û got, “Em hêvîdar in ku gelê me li Sûriyê bi aramî, ewlehî û aştî cejna xwe pîroz bike”.
Cejna yekitî, biratî û azadiyê
Kordînasyona Kongreya Star jî bi peyamekê Cejna Remezanê li tevahiya gelên herêmê û Rojhilata Navîn pîroz kir û got, “Li ser xaka qedîm û di nava şoreşa azadiya neteweya demokratîk de bi hezaran li vê rêûresma civakî xwedî derketin û xwe di nava vê hestiyariyê de kirin bawerî, hêvî û daxwaza azadiya gelên Mezopotamyayê.”
NAVENDA NÛÇEYAN