FKÊ û Meclîsa Jinên Êzîdî dan xuyakirin ku ev cejn nirxekî gelê Kurd e, lewma parastin û pîrozkirina wê mafê her Kurdekî ye û gotin, "Daxwazî û bendewariya me ew e ku cejna Şêşimsê li gorî wateya bibe ronahî ji bo tevahiya cîhanê, bi taybetî Rojhilata Navîn û ji bo gihaştina nasname û ola Êzîdiyatiyê bibe wesîleya gaveke mezin."
Di peyamê de bal hat kişandin ser bûyerên li erdnîgariya Kurdistanê diqewimin û hat bibîrxistin, ku hînê Qirkirinên siyasî, çandî, exlaqî, civakî, zor û zexta dewletan û şerxwazan a li ser Kurdan dewam dikin.
'Rêya parstina ol û çandê yekîtî ye'
Di dewama peyamê de hat ragihandin, ku gelê Kurd ji pêvajoyeke awarte re derbas dibin û hat destnîaşnkirin, ku ji serhildanên gelê Kurd diyar dibe ku sala 2015'an wê ji bo gelê Kurd bibe sala diyarbûna çareseriya pirsgirêka Kurd.
Di vê mijarê de, di peyamê de ev xal hat destnîşankirin; "Ev sal sala diyarbûna man û nemanê ye. Kurdên Êzîdî weke beşek gelê Kurd divê bi hişyarî tevbigerin. Lewma em dibêjin ji her demê bêhtir îro pêwîstiya me bi sazîbûn, rêxistinbûyîn û yekîtiyê heye. Li dijî hêzên şerxwaz, em tenê dikarin bi hêza rêxistinbûyîn û yekîtiyê nirxên xwe yên olî, civakî û dîrokî biparêzin û di rêza mirovahiya pêşketî de cih bigirin."
Rêveberiya Federasyona Komeleyên Êzîdiyan li Elmanyayê (FKÊ) û Meclîsa Jinên Êzîdî di dawiya peyama xwe de, bi hêviya ku cejna Şêşims a 2014'an li Kurdistanê bibe bingeha aştiya civakî, azadî û kêfxweşiyê, cejn li tevahiya gelê Kurd pîroz kir.
Cejna Şêsims, ku weke Cejna Rojê yan jî Cejna Ronahiyê jî tê binavkirin, yek ji cejnên girîng ên civaka Êzîdî ye. Di destpêka meha Kanûnê de, piştî 3 rojên rojiyê yên Sêşem, Çarşem û Pêncşemê, roja Înê Cejna Şêşimsê tê pîrozkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN