
Meclisa Ciwanan a BDP'ê ya Navçeya Fatihê ya Stenbolê jî bi heman armancê 35'emîn salvegera avakirina PKK'ê pîroz kir. Ciwanan li taxa Nişanca ya Fatîhê şahi pêk anîn û salvegera PKK'ê pîroz kirin. Li vir jî heman reng, dîmen û silogan hatin dîtin. Şahî bi govendê bi dawî bû. Li Gundê Leterê yê Mûşê jî bi heman armancê avakirina PKK'ê bi şahiyekê hat pîrozkirin. Pîrozbahiyê heta derengê şevê bi govend û muzîkê berdewam kir. Li Taxa Ormanê ya Geverê jî bi heman armancê 35'emîn salvegera damezrandina PKK'ê bi girseyî hat pîrozkirin. Endamên YDG-H'ê û gelek ciwanan bi sirûda "Çerxa Şoreşê"ê pîrozbahî pêk anin. Yek ji deverên din ku 27ê Mijdarê lê hat pîrozkirin Şirnex bû. Li Taxa Bahçelievlerê salvegera PKK'ê bi şahiyekê hat pîrozkirin. Li vir jî posterên Ocalan û alên PKK û KCK'ê hatin vekirin û siloganên "Bijî serok Apo" û "PKK gel e, gel li vir e" hat berzkirin. Şahiyê heta derengê şevê berdewam kir.
Li Navçeya Hezexê û Navçeya Nisêbînê yên Mêrdînê jî pîrozbahî hat lidarxistin. Li taxa Yenî ya Hezexê bi tevlêbûna setan welatî pîrozbahî pêk hat. Li Bajaroka Giremira ya Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî bi tevlêbûna sedan kesan pîrozbahî hat lidarxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Li Rûsya şahiya 27’ê Mijdarê
35. salvegera damezrandina PKKê, 27’ê Mijdarê li Rûsyayê bajarokê Azingê yê bajarê Saratovê bi tevlêbûnek girseyî hat pîrozkirin. Kurdistaniyên li bajarokê Azingê û gundê derdora wê dijîn, ji bo pîrozkirina 35. Salvegera 27’ê Mijdarê ku roja damezrandina PKKê ye di şahiyekê de hatin cem hev. Di şahiya ku li salona çand û huner ya gundê Nipraxê hat lidarxistin de ji gund û navçeyen derdor gelek Kurdistanî başdar bûn. Şahî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo kesên ku jiyana xwe di tekoşîna azadiyê ya gelê Kurd de ji dest dane destpê kir. Piştî rêzgirtinê ji berpirsê Mala Kurdan Xalid Abdiyva li ser wate û girîngiya rojê ji Kurdistaniyan re axaftinek kir. Abdiyva di axaftina xwe de bal kişand ser vejîna PKK’ê û got: “PKK û rêberê wê Abdullah Ocalan ji tunebûnê hebûn ava kir. Bi dîrok û qahremantiya xwe ve PKK’ê ji her Kurdî rêz girtiye. Em vê roja ku ji bo Kurdan pir bi wate ye pîroz dikin.”Di berdewama axaftina xwe de Abdiyva li ser navê Kurdê Seratov û Azingê şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî silav kir û got: “îro Kurdên li Rojavayê Kurdistanê dijîn xewnê xwe pêktînin. Em dixwazin ew birayên me bizanibin ku em jî vê xewna wan bi wan re dijîn. Li ser vê bingehê ez li ser navê Kurdên Saratov û Azingê şoreşa Rojava silav dikim.” Piştî axaftinê şahî bi sitranê koma Lorîn, hunermend Ahmet Yosibov, Zozan Ahmedova û koma govendê ya Bêrîtan heta derengiya şevê berdewam kir.
SARATOV