
Rêveberiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên Elmanyayê NAV-DEM´ê bi daxuyaniyekê Cejna Zimanê Kurdî li xelkê Kurdistanê û Kurdistaniyan pîroz kir û peyama „Azadiya me û azadiya zimanê me bi hev re ne” da.
Di daxuyaniya xwe de NAV-DEM´ê ziman weke neynika nasnameyê bi nav kir û got, “ Ziman ewqas xwedî rûmet û keramet e, lewma divê di asta cejnê de were bibîranîn û pîrozkirin.”
NAV-DEM´ê li ser vî esasî û ji bo bibîranîna weşana Kovara Hawarê ya bi destê Celadet Bedirxan, ragihandina KNK´ê ya cejnê bi bîr xist û ev gotinên ha ji ber hejmara yekem a Hawarê girtin: “
Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e.
Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike.
Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin.
Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide nas kirin.
Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîn e”.
NAV-DEM´ê banga xwedî derketina li zimanê Kurdî li her warê jiyanê kir û got, “em li zimanê xwe xwedî derkevin, lewma azadiya me û azadiya zimanê me bi hev ve girêdayî ne. Eger zimanê me ne azad be, em jî ne azad in!”
Rêveberiya NAV-DEM´ê du mercên esasî yên azadkirin û parastina zimên jî wiha rêz kirin:
“ *Divê ji ziman re çarçoveyek, di asta statuya huqûqî û destûrî de were damezrandin.
* Divê ziman di her warê jiyanê de; perwerde, ragihandin, weşan, rêxistin, siyaset, aborî, bazirganî û hwd. rojane bête bikaranîn.”
NAV-DEM´ê peyama xwe wiha bi dawî kir: “Em, Cejna Zimanê Kurdî ya gelê me ya 15´ê Gulanê, bi dil û can pîroz dikin û di welatekî azad de jiyaneke bi zimanê azad dixwazin.”
KOLN