
Berdevkê Koalîsyona Navnetewî ya li dij DAIŞ’ê mîralay John Dorrian destnîşan kir ku çekên ji bo YPG’ê werin şandin wê bi piştî Reqayê jî di têkoşîna li dij DAIŞ’ê de bêne bikar anîn û piştî têkoşîn qeriyan wê li herêmê li gel YPG’ê bimînin.
Dorrai li Pentagonê bi civîneke çapemeniyê têkildarî erêkirina şandina çekan ji bo YPG’ê ji aliyê Serokê DYA’yê Donald Trump ve nirxand.
Dorrian bibîr xist ku hêna roja duşemê Trupm bi erêkirina biryarê re di mijara şandina çekan de Pentagon erkdar kiriye û wiha axifî: “Qismek ji çekên wê werin dayin ji xwe li herêmê ne û dibe ku bi lezgînî hatibin belavkirin jî. Biryara duşemê ya erkdarkirinê bû. Ev wê bibe hewldaneke ku bidome.“
Mîralay Dorrian ragihand ku çekên mijara gotinê wê ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD)’ê ya ku PYD pêşengiya wê dike ku gav bi gav Reqayê dorpêç dike û di dawiyê de wê ji DAIŞ’ê rizgar bike re werin şandin. Dorrian ragihand ku beşek ji çekên ji bo dayina Koalîsyona Ereb a Sûriyeyê li herêmê ne wê werin belav kirin û paşê jî ewê cekên nû bişînin herêmê.
Çekên dij-tank jî wê hebin
Dorrian diyarkir ku tevî çekên biçûk wê çekên ku karibin wesayitên DAIŞ’ê yên zirxî yên bombebarkirî îmha bikin jî werin şandin. Her wiha bibîr xist ku perwerdeya bikaranîna van çekên mijara gotinê ev demeke ji xwe li herêmê ji aliyê pisporê Emerîkî ve dihate meşandin û di demên pêş de perwerdeyên nû jî dikarin werin organîze kirin.
Çek wê li herêmê bimînin
Berdevkê Koalîsyona Navneteweyî John Dorrian di civîna çapemeniyê de diyarkir ku çekên werin şandin wê li gora armanca şandinê werin bikar anî û piştî têkoşîna li dij DAIŞ’ê qediya jî wê çek li herêmê li gel QSD’ê û YPG’ê bimînin. Dorrian pirsa rojnamevanekî ya; “Hûn van çekan ji bo mîsyonekê didin, gelo dema ev misyon qediya wê paş ve werin kişadin?“ jî Dorrian wiha bersivand: “Na.. Çek wê li dij DAIŞ’ê li cihên din jî bên bikar anîn. DAIŞ wê berdela van çekên ku me ji bo hevkarên xwe amade kirin birde.“
Foza Yusuf: Kurd hêza bingehîn in
Hevseroka Rêveberiya Federaliya Bakûrê Sûriyeyê Foza Yusuf destnîşan kir ku ew erêkirina Trump a şandina çekan ji bo YPG’ê mîna gaveke erênî dibînin û sedema vê yekê jî mîna; “ji ber ku Kurd hêza bingehîn a herêmê ne“ îfade kir. Yusuf ji Radyoya Dengê Emerîkayê de ev nerîn parve kirin: “Em dikarin vê biryarê mîna encameke hevkariya serkeftî bibînin. Ji ber vê yekê jî birayereke erênî û girîng e. Ev gav wê di pêngava ji bo rizgariya Reqayê de destkeftiyên mezin bi xwe re bîne. Her wiha di mijara siyasî de jî wê hêzê bide ji holê rakirina aloziya li Sûriyeyê.“
Yusuf ragihand ku di têkoşîna li dij DAIŞ’ê de hêza sereke YPG-YPJ ne û destnîşan kir ku tevî vê yekê jî hêzên navneteweyî ji ber berjewendiyên xwe nedixwestin vê rastiyê bibînin û ev biryara dawî ya DYA’ê ji bo guherîna vê rewşê girîng e.“
Hevdîtina Trump-Erdogan wê aloz be
Kovara Economist cih da şîroveya ku piştî biryara dayina çekên giran ji bo YPG’ê wê di navbera Tirkiyeyê û DYA’yê de aloziyeke mezin rû bide. Kovarê ragihand ku hevdîtina Erdogan-Trump a 16’ê Nîsanê wê di nava aloziyê de be lê tevî vê yekê jî wê rêveberiya DYA’yê di hevkariya bi Kurdan de bi israr be ji ber ku YPG di têkoşîna li dij DAIŞ’ê de “hevkarekî binirx û hêza xwe nîşandayî“ ye.
Kovarê destnîşan kir ku ji ber pêngavên DYA û Rûsyayê bijarkên Tirkiyeyê kêm in û dibe ku êrîşeke din li dij herêma Şengalê pêk bîne.
WASHÎNGTON