Çeka herî girîng yekbûna me ye
Vedat YELER
“Siyaseta AKP´ê siyaseteke qirêj e!” Ez bawer dikim we gelek caran ev hevok bîhîstiye, lê ji ber vê yekê ez ê ji we re li ser vê hevokê behsa kesekî û qirêjbûna polîtîkayên desthilatdaran bikim.
Ev hevok wekî jiyanê hem hêsan e û hem jî giran û girîng e. Ew tiştên ku ji dûr ve hêsan û xwerû tên xûyanê; ji nêz ve jî ew tişt gelek zor û giran in. Mîrov, lê şaş dibe û devê mirov ji hev dibe.
Min ev hevok beriya pênc-şeş salan li ser youtubeê ji devê Geverlî Dervîş bihîst. Dibe ku hûn jî Dervîş nas bikin. Dervîş ji Geverê ye û di herêma xwe de bi daxuyaniyên xwe yên polîtîk, kesekî naskirî ye. Li aliyekî din jî li ser youtubeê bi vîdeoyan tê naskirin. Kesekî wekî Bavo Bertal, Qirix Mihime ye. Bi hevokeke rast, ew cudatiya rengekî din ê jiyanê ye. Û hinek kes jî van kesên xwînşirîn re dibêjin, dîn. Lê nizanin, ev kes ji ber qirêjiya mîrovatiyê dîn bûne. Dibe ku ev kes hinek hişsivik tên xuyanê; lê ev hişsiviktî li aliyekî din jî ji ber giraniya hişmendiyê tê û kesê ku wan nas dikin, çavên wan kor nebûne, vê ji hev derdixin. Dervîş jî kesekî balkêş, zanewer û xwerû ye. Çi bifikire, çi bikeve dilê wî, ew tişt veşartî namîne. Wekî fikir û ramanên Dervîş; ser û cilûbergên wî jî her dem balkêş û paqij in. Qata cil, ser û rûyê çêkirî û kurkirî jî qet ji Dervîş kêm nabin. Li ku dera vê heremê çalakî û mîtîng hebe, Dervîş jî li wir amade ye û di derheqê siyaseta Tirkiyê û Kurdan de diaxive.
Di nav van rojên awarte de ez îro jî bi vê hevokê li ser dîroka Osmanî heta roja me ya îro li gelek tiştan difikirim; “Çi hatiye kirin, çi nehatiye kirin û ew ê êdî çi bikin!?”. Wekî van, gelek pirs di serê min de geriyan. Ziman çand, nasname, cinsiyet, bawerî, şer, kedxwarin, komkujî, îşkence. Û ji ber vê rewşê, rastiyek tê ber çavên min; pergal û derhilatdarên pergalê, serokkomar û serokwezîr, giş li ser peyva “qirêj” di mejiyê min de cîh hildidin. Maneya vê rastiyê ew e, qirêjbûna di nav jiyan, siyaset û pergala wan de rewşeke genetîk hildaye. Û ji sala 1071’ê de hatina wan a axa Mezopotamyayê çawa bi awayek dagirkerî, komkujî, kedxwarî û asîmîlasyonê dest pê kiriye; bi wan polîtîkayan jî heta vê rojê hatine û diçin. Ev rastiya wan e û dîroka wan bi vî awayî tê nivîsandin! Ji ber vê yekê îdeolojiya wan her dem li ser nasname, ziman, çand û baweriyên axa Mezopotamyayê re bû sedema têkoşîna hebûnê. Ji ber vê sedemê ez ê hinekî li ser rewşa kesên dane dûv vê îdeolojiyê û polîtîkayên wan ên dawî bisekinim.
Belê heval Dervîş; siyaseta AKP’ê siyaseteke qirêj e, ev qirêjî pisgirêkeke dîrokî û îdeolojîk e, ne bi tenê polîtîk e. Hatina deshilatiya AKP´ê û domandina deshilatiya wan ev 20 sal in bi polîtîkayên qirêj li ser gelê Kurd, çîna karker, jin, zarok tên domandin. Lewre ew anegorî îdeolojiyên xwe ji bo domandina pergala xwe polîtîkayên xwe birêxistin dikin. Ji ber vê yekê her dem rûyên xwe yên qirêj vedişêrin. Dema ku dikevin tengasiyê rûyên wan ên rast bêhtir derdikeve holê. Welatên wek dewleta Tirk ku pergalên xwe bi faşîzmê bi rê ve dibin jî di her demê de li ser gelên bindest bi zordarî û tundî polîtîkayên xwe didin sepandin.
Carinan jî ev desthilatdar bi rûyekî “nerm û demokratîk” wek di pêvajoyê de ku bi navê “çareseriyê” dihat binavkirin, li ser gel lîstika ‘demokrasiyê’ dileyîzin. Dîrok vê yekê bi taybetî ravê dike ku ev ji bo wan, li ser me, nasnameya me, zimanê me, çanda me, tenê lîstikeke bêrûmet bû. Ji ber vê, hewce ye ku ti demê bi gotin û gavên wan ên li ser navê “demokrasî” mirov bawer neke. Ev jî ravê dike guherandina polîtîka û hikûmetan ji bo domandina pergala serwer e û ev jî pirsgirêkeke îdeolojîk e. Û ev gotina heval Dervîş ku di pêvajoya “çareseriyê” de gotibû jî ravê dike; heval Dervîş îdeolojiya dewletê baş nas dike.
Di nav van rojên awarte de ku qeyrana siyasî û aborî kûr dibe, domandina êrişên bêrûmet ên AKP-MHP´ê di her warî de zêde dibe. Ev erişên bêrûmet jî ji bo dewamkirina desthilatdariya wan e; ji wan re bûye sedema hebûnê. Û di vê pêvajoyê de hewce ye ku em ji polîtîkayên wan zêdetir li ser îdeolojiya wan bisekinin da ku şaşî û kêmasiyên me kêm bibin. Hêzbûn û yekîtiya me ji wan re dibe tirseke mezin û ev nakokiyên wan ên îdeolojîk jî di nav wan da kûr dike. Ji ber vê yekê di nav sînor û derveyî sînor de ew, bibinketina xwe û kûrbûna nakokiyên nav xwe û nav gel bi êrişan ve vedişêrin an jî bi vî awayî pêşiya kûrbûna nakokiyan digirin. Lê rastiya dîrokê rave dike ku ew bi vî awayî tenê dikarin çend salan emrê xwe dirêj bikin. Li aliyekî din, ew jî wekî me li ser nakokiyên di nav me de disekinin û bi vî awayî jî êrişên xwe amade dikin. Ji ber vê, nêzî deh salan e ku di her aliyî de tişta herî girîng xebatên yekîtiya şoreşger, welatparêz, demokrat û sosyalîstên Kurdistan û Tirkiyê ye. Ev yekîtiya ku di nav gelên dinyayê de ji bindestan re bûye hêviya rizgarbûn û azadiyê ji êrişên wan re jî bûye armanceke herî girîng. Û ew li ser nakokiyên vê yekîtiyê disekinin ku di kêmasî û şaşiyeke me de van nakokiyan bi qirêjbûna siyaseta pergala xwe, kûr bikin û xira bikin.
Hewce dike ku em ji her demê zêdetir li dûrî siyaseta qirêj bikevin û li pêşiya “berjewendiyên” xwe de berjewendiyên yekîtiyê û gel bigirin. Li dijî êrişên beramberî şaredarî, çîn, nasname, çand, ziman, mezel, şehîd... û gel, çeka me ya herî girîng yekbûna me ye!