Welat Dêrik di îlona 2013`an di şerekî li dijî çeteyên DAIŞ`ê de li gundê Xirab Elcîr ê Çilaxa jiyana xwe jidest da.  
Hemîdî hevsera xwe ya 20 salî Sozdar Mihemed û kurê xwe yê yek salî li pey xwe hişt.
Hevsera Welat Dêrik, Sozdar Mihemed li ser soza ku berê bi hevjînê xwe re dabû çeka wî li erdê nehişt û ew jî tevlî nava hêzên asayîşa Jinê a bajarê Qamişlo bû. Sozdar, diyar kir ku wê berê jî dixwest tevlî nava refên YPJ'ê bibe, lê ji ber ku zarokê wê hîna biçûk bû astengî hebû. Sozdar ji bo bîranîna wî navê hevjînê xwe yê kod li kurê xwe jî kir.
Sozdar anî ziman ku ew bi şehadeta hevjînê xwe serbilind e, ji bo wesiyeta wî pêk bîne dê riya wî bişopîne û di xizmeta civak û gelê de têbikoşe. Sozdar Mihemed da zanîn ku malbata wê û malbata hevjînê wê jî piştgiriya biryara wê kirine.

QAMIŞLO