Dr. Bêrês banga, “Divê alîkariya eskerî û însanî bilez bê kirin” û wiha dewam kir, “Ew bi keleşnîkofan li hember çeteyên DAIŞ´ê şer dikin. Çeka wan keleşnîkof û cesareta wan e". Dr. Berès got, di bikaranîna teknîkê de bêhevsengiyeke zêde heye. Dr. Berès got, "heke alîkariya eskerî û insanî pêk neyê, li herêmê li hember gelê Kurd qirkirinek wê pêk were.” Dr. Berès şervanên jin ên li Rojava weke fenomenekê bi nav kir û got, wî rojî teqrîben 8 emeliyat kirine û di nava brîndaran de rêjeya jinan herî kîm ji sedî 40 û ev yek weke fenomeneke Rojava û civaka Kurdê bi nav kir. Doktorê sînornenas Jacques Berès wekî din bi bîr xist ku heta niha Fransa jî di nav de, ti welatan alîkariya eskerî li Rojava nekirine.
PARÎS