Beşeke mezin ya îxracata çekan ku her diçe bilind dibe, ji bo welatên ne endamên NATO an jî YE’ê tê kirin û her wiha nîqaşên di navbera hevkarên koalîsyonê de didomin. Zêdebûna firotina çekan a sanayiyên Elmanyayê her diçe zêde dibe. Firotina çekan jî zêdetir bo Qatar, Misir, Pakîstan, Cezayîr, Endonezya û Erebîstana Siûdî ku di mijara mafên mirovan de xwedî karneyên ne başin, tê firotin. Ji sedî 62 difiroşin welatên ne endamên NATO an jî endamên YE’yê.
Herî zêde yên Alman
Qatar ku bi piştgiriya xwe ya bo DAIŞ’ê zanîn, di 2013’an de ji Elmanyayê bi 676 mîlyon euro çek kirî. Erebîstana Siûdî ji Elmanyayê 18 hezar çek kirî. Çekên ku ji aliyê Elmanyayê ve tên firotin, ji aliyê hikûmetên ku bi binpêkirina mafê mirovan tên nasîn tên bikaranîn. Tê zanîn ku di navbera Partiya Demokrat Sosyal (SPD) û Partiya Yekitiya Sosyal Xiristiyan (CSU) de di mijara îxracata çekdan de nelihevkirin hene. Li seranserê Elmanyayê pîşesaziya çekan a ku 40 hezar kes têde tê îstîhdamkirin û CSU bertek nîşanê astengkirin firotina çekan dide. Sedema parastina îxracata çekan a CSU’yê eve ku beşeke mezin a pîşesaziya çekan di bin eyaleta wan de ye. CSU li şûna ku rewşa siyasî ya welatên ku çekan difiroşinê yek bi yek lêkolîn bikin, ji bo firotina çekan di nava hewldaneke mezin de ne.
Li dijî sivîlan bikartînin
SPD diyar dike welatên çekan ji Elmanya dikirin piranî pirsgirêkên navxweyî dijîn û bi taybet jî fikara wan eve ku çekên biçûk li dijî gel tên bikaranîn. Lîderê SPD’ê Sîgmar Gabrîel di mulakata xwe ya ku dabû de diyar kir ku divê di firotina tank û panzeran de rewşa siyasî ya welatan baş bê lêkolînkirin. Gabrîel welatê Afrîkayê Malî nîşan da û got çekên ji bo vî welatî tên firotin dê li dijî yekineyên Fransayê bê bikaranîn. Partiya Yekitiya Xiristiyan (CDU) jî di pozîsyona navbeynê d eye. Sekretrê giştî yê serokwezîrtiyê Peter Altmaîer diyar kri ku nîqaşên der barê îxracata çekan de dê bihêlin pişt betlana havînê.
ANF/BERLÎN