HAWRÊ KIRÊKAR / BOTAN GERMIYAN / ROJNEWS / ZINANE


Piştî bûyerên 16’ê Cotmehê û dagirkirinma Şengal û Kerkûkê ji aliyê hikûmeta navendî ve, li devera bajarokê Zinaneya navçeya Kifrîyê ya ser bi îdareya Germiyanê, komeke nenas a çekdar derketiye holê û liv û tevgereke wan a berçav heye. Lê, heta niha jî kes nizane ka ev kom kî ne û ji ku derê hatine, armanca wan çi ye û ji kengî ve hatiye damezrandin.   

Berpirsê baregeha 16´an a YNK’ê ya Hemrînê, Mele Kerîm di vê biwarê de got, “Ev hêz heta niha ne nasname û ne jî armanca wan diyar e. Lê, em wisa difikirin ku bermahiya çeteyên DAIŞ’ê bin. Heta niha jî diyar nîne ka bi çi bernameyê kar dikin. Em vê dizanin ku xelkê bajarokê Silêman Beg ê navçeya Xurmatûyê ne, her wiha Kurd jî di nav de hene.”

 

Hêzeke çekdar e lê agahiyên me kêm in

Mele Kerîm di dewama axaftina xwe de got, “Me di vê biwarê de berpirsiyarên xwe agahdar kirine û agahiya hikûmeta Iraqê jî ji van heye. Ji ber ku beşeke ser bi vê hêzê dikeve nava sînorê wan, nehatine herêma me û pirsgirêk ji bo me çêbikin. Lê, pêkhatina hêzeke wiha li vê herêmê metirsî ye û nerehetiyek çêkiriye. Me dîtiye ku helîkopter li ser herêma ku ev hêz lê derbas bûye. Lê, em nizanin helîkopter li wir daket an na. Her wiha em nikarin bibêjin, ev hêz ji aliyê Emerîkayê ve hatiye avakirin. Zêdetir hêzeke ji mezheba sunnî ne û ti pêwendiyeke me bi wan re nîne.”

 

Gelo çekdarên DAIŞ´ê ne?

Nûnerê komeke xwebexşên Xurmatûyê, Hacî Zudî jî got, “Agahiya me heye ku hêzek li herêmê heye. Lê em nizanin ew kî ne û ser bi kîjan alî ne. Her wiha ti pêwendiyeke me bi wan re nîne û em ti tevgereke wan jî nabînin.”



Rêveberê bajaroka Zinane Dilêr Ebdulla jî der barê hebûna wê hêza nenas li herêmê de axivî û got: “Li gorî agahiyên ku di destê me de hene, ev komek çekdarên DAIŞ’in.”



Ebdulla di dewama axaftina xwe de got, “Ez ne bawer im ku berpirsên siyasî yên Kurd destûr dabin wan bên vê herêmê. Ji ber ku berê ev cihê niha hêz lê heye cihê koma terorîstên El Qaîde bû û ev herêmeke zehf zehmet e. Me berî niha bi salek û nîvê rayedarên xwe agahdar kiribûn ku hêzeke wiha nenas li herêmê heye.”

Fermandarekî pêşmergeyan ku nexwest navê wî were eşkerekirin jî got, ev koma nenas a li herêmê derketiye DAIŞ’î ne. Li gorî wan êrişên bi Hawanan ên li dijî Xurmatu jî yên vê komê ne. Ew her wiha dide zanîn ku 12 Kurd jî di nava wan çekdaran de hene. Ew her wiha dide zanîn ku her roj alayekê ev kom hildgire, û ne li dijî Kurdan li dijî Heşdî Şabî şer dike.