Saziyên weşanê yên Elman, Televîzyon Radyoya Rojavayê Elmanya (WDR) û Televîzyon Radyyoa Bakurê Elmanyayê (NDR) îdîa kirin, ku çekên Elmanya ji bo pêşmergeyan şandiye, li bazarên çekan ên li Hewlêr û Silêmaniyeyê hatine firotin.
Hikûmeta Elman, bi armanca destekkirina pêşmergeyan, di nava sala 2014'an de tevî fuzeyên antî tank ên bi tîpa Mîlan, 20 hezar tivingên G3 û G36, 8 hezar debance û gelek cebilxane ji Başûrê Kurdistanê re şandibû.
‘Karê belavkirinê pêşmerge dikin’
Rayedarê Wezareta Parastinê ya Elman da xuyakirin, ku karê belavkirina çekan ji aliyê pêşmergeyan ve tê kirin û anî ziman, ku ne pêkan e meqamên Elman van çekan bişopîne. Her wiha hat ragihandin ku meqamên Elman ji rayedarên Kurd xwestine, ku envantera çekên beriya salekê şandine, ku çiqas ji wan tê bikaranîn çiqas nayê bikaranîn xwestine, lê belê hînê ti bersiv negirtine.
‘Mûçe bi rêk û pêk nayê dayîn’
Di nûçeyê de hat îdîakirin, ku çek ji aliyê pêşmergeyên nikarin mûçeyê xwe werbigirin ve hatine firotin. Waliyê Kerkûkê Necmettîn Kerîm diyar kir ku ew nikarin bi rêk û pêk mûçeyan bidin, lewma ji ber vê yekê dibe ku hin pêşmergeyan dest bi firotina çeka xwe kiribin.
NAVENDA NÛÇEYAN