Jiyan, di navbera du pîvanan de diçe û tê, bi vî hawî pêşveçûyîna xwe didomîne. Ew du pîvan jî ‘çêtî’ û ‘xiraptî’ ye. Birastî jî ji hebûna me bigirin heta tevgerîn û berhemên me, hemû çalakiya însanetiyê, yan li ser pîvana ‘çêkirin’ê ve dimeşe yan jî di qada ‘xirapkirin’ê de ye. Şer û aşitî jî bi vê du pîvanê ve digihîjin wate û naveroka xwe... Êşq û kîn bi van re girêdayî ye. Hezkirin û heznekirin her wiha... Avakirin û hilweşandin jî...
Wekî Baruck Spînoza gotî; “Jiyan a mirov, çalakiya însan, tevger û berhemên wî/ê temam li ser du xetê ye, û li ser van du xetan meşa xwe didomîne. Yek bilindahiya coşa jiyanê, ya din binpêbûyîna coşa jiyanê ye. Ev herdu mefhûmê ku li ser temamî jiyana însan û însanetiyê xwedî tesîr e jî, her tim di navbera xwe de şerê pêşveçûyîn û paşvemayînê dimeşînin”.
Bi vî hawî, jiyan rêça xwe zelal dike û lezgîniya xwe, bereket û zayîniya xwe, berdarî û dewlemendiya xwe derdixîne holê. Spînoza, ji nefretê re jî naveke balkêş dide û wek “paşvemayîn a coşa jiyanê” binav dike. Ev mînak, ne tenê li ser rewanşînasî ya însanan e, di heman demê de rewşa civak û desthilatdariyê jî rave dike. Çi ku gava însan pîçek li ser dîroka siyasî û civakî ya dunyayê jî bisekine û bi awayekî baldar lê mêzebike. Bi zelalî dixuyê ku, kêngî rexistinên nefretê pêşketine, di heman deme de êşq, evîn, huner, berhemên wêjeyî, qabîliyeta hostatiyê, hevjiyan, rêbuwarî, xweşbînî, her wisa çi tiştên ku ji bo me jiyan hêsan dikin. Em bêjin hêsantiya jiyanê pêk tînin, tevahiya wan ji civak dûr ketine û di her qada jiyanê de dijwartî û girantî reşitiya xwe raxistiye li ser civakê. Berevajkî jî, berevajî bûye... Gava însan û civak hewldaye ku naveroka hebûn û însanbûna xwe bi wateyên cûrbecûr ên biriqî ve tijî bikin û bi rêça van armancan banz bidin. Huner pêşketiye, wekhevî û jiyaneke rizgar di nav civakê de wek nirxên sereke xwe bicîh kirine, di her qada jiyanê de berhemên ku jiyana însanetiyê hêsantir dikin û bi dewlemendiyê ve têr û tijî dixemilînin serketine. Serdema Navendê mînak e, serdema faşîzm a Awropayê mînak e, her wisa temam serdemên siyaset ên paşverûtiyê mînak in ji bo me... Ger em yek bi yek jiyana însanan ji xwe re mînak bigirin û yek bi yek jiyana însanan lêbikolînin jî emê bigihîjin heman encamê.
Lê jiyan, ne wek nivîsandina nivîsekî ye. Agahî û zanînên ku em li vir qala wan dikin, li himberî wan jiyan heye û ew jiyan jî bi zor û zehmetiyê ve bi rê ve diçe, dimeşe. Zanîna zanyariyê hema wisa bi hêsanî nayên pejirandin. Bi sedan sal şer dibe, bi hezaran, bi milyonan însan tên kuştin û tên êşandin, trajediyên cûrbecûr tên jiyîn. Nakokî yên ku am qala wan dikin, wisa xwe diyar dikin, xwe digihînin zelaliyê û bi rê ya çareseriyê ve gavên biçûk tên avêtin. Çi ku ev nakokiya “çêkirin” û “xirapkirin”ê, bi desthilatdariyê ve giredayî ye. Bi desthilatdariyê ve xwe bi rê ve dibe. Ger însan, ger civak bin, nakokî bi destê desthilatdariyê ve çareserî ya xwe dibîne û encam digire. Şerê ku li Kurdistanê tê meşandin jî, şerê “çê”ti û “xirab”tiyê ye. Hêzek ji bo “çêkirin”ê ber xwe dide, hêzên din ber bi “xirapkirin”ê ve dikşînin. Hêzek ji bo çêkirinê ked dide û xwîdana xwe dirijîne, hêzên din ji bo xirapkirinê mudaxale dikin. Di kurahiya kêşe ya me de pirsgirêka herî esas ev e li gor min. Hêzên paşverûtiyê êdî rastiya xwe wenda kirine, bawerkêrî ya xwe xelas kirine, coş û hêza xwe ya jiyanê xwarine û paqij kirine, lê desthilatdarî, hêz û saziyên desthilatbûnê di bin qontrola wan de ye. Lê di dîroka hemû însanetiyê de teqez îspatê xwe heye û divê were zanîn ku, gava "şerê çêkirin"ê destpêkir; ew dem di heman demê de destpêka qelsbûn û ji hêz ketin a hêzên xirabiyê ye.