ŞIHAB EL-EHMED / ANHA / QAMIŞLO
Hilale Hesen ji şêniyên gundê Recim El-Fenûş li rojhilatê navçeya Til Birakê ya li herêma Cizîrê ye. Tevî keçên xwe û hindek malbatên gund debara xwe bi çêkirina tenûran dike. Malbat rojane ji 7 heya 9 tenûran çêdikin û difiroşin şêniyan, bi taybet piştî hilberîna baş a îsal û daxwaza ji bo tenûran zêde bûye.
Hilale 40 salî ye, ji dayika xwe fêrî çêkirina tenûrê bûye.
Ax, ka, xwê, por û av
Tenûrên axî ji navdartirîn firinên destpêkê yên gel ji bo çêkirina nan tên hesibandin. Nanê ku di tenûrê de tê çêkirin, bi rengê xwe yê esmer nêzî sorbûnê ye. Gelek şêniyên gundewarên herêma Cizîrê ji vî nanî hez dikin, bi taybet di taştê de. Jin bi şêwazên cuda çêdikin, hinek ji wan reşreşik tev li nan dikin, hinek din sor dikin û bi rûn kuncî lê direşînin.
Hilale Hesen ji me re qala awaya çêkirina tenûrê dike: “Em axê, xwê, ka, av û por tevî hev dikin û piştî meyandinê em jê tenûrê çêdikin. Piştî du rojan em careke din wan li hev dixin û piştre tenûrê hêdî hêdî çêdikin da ku mekin bibe.”