
Pirsa çandê, pirseke xweser nîne, pirseke ku ji binî ve girêdayî ye bi aborî, siyaset, dîn û îdeolojiyan ve. Ango rengê çandê yê civakekê bêyî aboriya wê, siyaseta wê, dîn û îdeolojiyên tesîrê lê dikin nikare were fêmkirin. Çand beriya hertiştî hebûneke yekalî nîne û nikare ne bi yek aliyê were terîfkirin û ne jî fêmkirin. Ji bilî wê jî terîfên çandê yên cihê jî wê weke diyardeyeke çînî dixin mijara minaqeşeyê, ya rastî terîfên gelêrîbûna çandê û yên wê weke berhemên harîqulade yên civakê û ji bo çînên jor li vir didin ber hev.
Em ê xwe noqî nav van terîfan nekin û dîmenê ku xwe li nava civakekê pêşî li nav guh û çavên mirovî dixe, bi çandê re elaqedar binirxînin. Ango mîmariya giştî, awayê silavlihevkirinê, bikaranîna rengan li nava gund, bajar û mekanên mayî, berhemên hunerî, pêşandana wan, civakîbûna bajar û gundan a jin û mêran, hilberîna meta û eşyayan ên ji bo bikaranîna yekser yan jî ji bo firotina li bazaran û danîna bazaran ji van dîmenan ên sereke ne ku mirov wan dikare li vir bi lêv bike. Ango li meydaneke bajarê Başûrê Kurdistanê li ber peykerekî Nehwî kalemêr xwe li ber siya darekê nîv-dirêjkirî bavêjin erdê û sohbetê bikin, cilûbergên gelêrî li wan di rehetiyeke xwezayî de hewandî bibin civaka hev, ev ji bo nirxandina dîmenekî giştî ê çandê guncaw e; ev dîmen li Tirkiyeyê, li Iraqê, heta li bajarên din ên Kurdistanê bi temamî wê wisa nebe.
Li ber mûzîkê li çend welatan nanpêjî tê kirin
Bi heman rengî lez û beza nanpêjên ciwan, ên li ber tenûrên sincirî, hevîrê xwe ji bo lêxin amade dikin, awayê tevgerê, hebûna mûzîkê, rîtma kar û heta awayê devê tenûra nanpêjiyê bi heman rengî nîşan in ku mirov dikare ji bo nirxandinên çandî bi kar bîne. Li çend welatên dinyayê nanpêj hîna li devê firinên xwe nanê xwe dipêjin û xelkê bajêr wan dibîne? Li çend cihan nanpêj bi rîtm, adeteke diyar a vedana hevîr a mîna rîtuelekê vê dike? Yan jî li ber mûzîkê li çend welatan nanpêjî tê kirin. Ev dîmen bi çavan neyê dîtin, ne dikare were rave kirin, ne jî terîfkirin.
Li bazareke Silêmaniyê, yan jî li bazara sergirtî ya Silêmanî, dema ku hûn bikevin hundirê sûka kevnan, hûn ê çend entîka/kevnfiroşan bibînin, tişta ku li vir spesîfîk e, ew e ku ev dikan ji kevnên Silêmaniyê û Kurdî bêhtir ên Skandînavî difiroşin û dîmenekî li welatekî pirr kêm muhtemel e ev. Ev xwedana der a bi dîmen û dengan a çandê bi ziman diçe serî û tekûz yan jî hema hema tekûz dibe.
Cil û bergên gelêrî hîna zindî ye
Dîmenê pincarfiroşan, zarokên ku gerdenî û bazinên ji qurnefîlan difiroşin, parçe ne ji wê tabloya mezin a çandê helbet. Nexasim cil û bergên gelêrî yên hîna zindî û darîçav divê neyên jibîrkirin. Li Silêmaniyê hîna bi dehan hoste hene ku pêlavên gelêrî yên bi navê kilaş hildiberînin û cilûbergên gelêrî hem hildiberînin û hem jî difiroşin.
Heta kilaşek amade dibe 15 roj derbas dibin
Kilaş pêlaveke ji rêzê nîne û hosteyê wê yê ku me serdana wê kir, ji me re behsa hilberîna kilaşan kir; binê solê ji cawê pembû tê çêkirin, piştî dewisandineke misêwa parçeyên cawê pembû bi hev ve tên dirûtin û şidandin. Paşê jî berga hûnandî lê tê kirin. Karê dewisandinê paşê dewam dike û her bi qalibên pêlavê û çakûçên taybet ev karê dewisandin û vezîlandinê dewam dike. Li gorî hostekarê me yê navê xwe ji me re negot, heta kilaşek amade dibe 15 roj derbas dibin. Hostekarê me weke ku fêr bûbe behsa karê xwe bike, ta bi derziyê ve dikir û ji me re digot, berê pembû û paçên kevin ji bo çêkirina kilaşan dihatin bikaranîn û ji ber vê jî nikarîbûn xwe zêde bigirin. Herçî niha ye, cawê nû tê bikaranîn û dikare di demsalên ziwa de 4 salan xwe bigirin. Lê bi şertê ku neyên şilkirin. Dema şil bibin hem xera dibin û hem jî mezinahî û teşeyê wan ji derba xwe dikeve. Hostekar ji bîr nake û dibêje, çep û rastê wan nîne. Ji ber ku xwe li gorî forma ling diedilînin, ya baş ew e mirov timî û çep û rasta ferên kilaşê biguhere.
Ev 20 sal e pirsgirêka elektrîk çareser nebûye
Mirov evqasî behsa kilaşê bike û gazinan ji erka siyasî neke, weke ku qisûrê bike tê qebûlkirin; ev jî diyar e beşek ji çandê ye. Hostekarê kilaşan bi bîr dixe ku berê xwedîkirina mal û danxwendina zarokan hêsantir bû, lê niha zehmet e. Li gorî wî ji bo zarok li dibistanên baş bixwînin û biçin zanîngehê, divê biçin dersxaneyan û li ber destê mamosteyên taybet dersan bibînin. Elektrîk jî dema hostekar gazin ji hikûmetê dikirin qut bû: “Ev e bêhtirî 20 salan e, nefta me heye, lê me pirsgirêka xwe ya elektrîkê çareser nekiriye.”
Ez pirr hez dikim fêrî Tirkî bibim!
Bê gazin nabe helbet, lê dema ku me cotek kilaş jê kirrîn û em rabûn derkevin, gotineke wî weke risasê di nava mejiyê min de bi cih bû: “Ez pirr hez dikim fêrî Tirkî bibim, da ku ji rêzefilma Kurtlar Vadisi/Geliyê Guran çêtir fêm bikim.” Ez şaşwazî bûm û hîna awirên xwe li dora xwe digerandin, pê hisiyam ku li “Çîçek Taksî/Taksiya Kulîlk” jî temaşe dike. Herdu rêzefilmên Tirk bi wergera xwe ya Soranî li Başûrê Kurdistanê tên nîşandan û temaşevanên wan jî bi qasî piştre jî min lê pirsî pirr in.
Qebûlkirina weke model a modernîteya çelexwarî ya Tirkiyeyê
Mesele ne daxwaza fêrbûna Tirkî ye; ew tiştekî xwezayî ye ku mirov bi zimanên cihê zanibe, lê belê rêzefilma yekem a behsa wê hat kirin, rêzefilmek e ku li Tirkiyeyê hem hestên nijadperestên Tirk tûj û gij dike û hem jî di destê desthilatdariyê de jî amûreke bi kêr e. Ha belavbûna fikra li pey vê rêzefilmê û hezkirina ji wan îşaret bi asîmîlasyoneke çandî ya bi tehlûke dike. Tehlûke jî ne fêrbûna zimanê Tirkî ye, lê belê qebûlkirina weke model a modernîteya çelexwarî ya Tirkiyeyê ye; hem jî tevî nijadperestiya Tirk, dij-kurdbûna rêveberiya dewleta Tirk. Dema ku em wesaîtên ciwan diajon ên “rûya pozekan/forsekan” jî li vê zêde bikin, em rastî dij-tevgereke çandî dibin ku dikare bi îhtîmaleke mezin bi tenê xwedî tesîrên neerênî be. Ev rêya ez behsa wê dikim, wisa tê bi nav kirin, ji ber ku wesaîtên nû û pirranî spor ên ciwanan li vir her digerin û bi carekê radibin, dengê zîqîna tekerên wan û xiraxira egzosên wan, awirên xelkê dikişîne ser wan.
Bi herhalî dîmenê têkelheviya van herdu çandan li vir darî çav in û tirsa min ew e ku Kurtlar Vadisi û Rêya Pozekan zora kalemêrên li meydanê, çêkirina kilaşan û pehtina nanî di tenûrên kurdewarî de bibe. Ji ber ku min got, tirsa min, ez qet venaşerim ku ez vê weke heyf dibînin. Ya rastî çandeke tekûz a ne Kurd û ne nijadperest jî hebûya, vê dê ez aciz nekira, lê Kurtlar Vadisi bi rastî jî yek ji xirabiyên mezin e ku Soranî û bi Başûrê Kurdistanê hatiye kirin.
LUQMAN GULDIVÊ/NAVENDA NÛÇEYAN