Li navçeya Çêlikan a Semsûrê, BDP yekem car namzetê şaredariyê nîşan dide.  Namzetê BDP'ê Mehmet Unlu diyar kir ku hilbijartinên herêmî dê dîrok û pêşeroja Çêlikanê biguherin û dê rêveberiyeke alternatîf pirsgirêkên navçeyê çareser bikin. Li navçeyê herî zêde karê titûnê tê kirin û çend sal berê zerbûna titûnê zêr dianî bîra mirov, lê niha koka wê titûnê hat qelandin. Piştî kotaya titûnê û firotina TEKEL'ê, karê titûnê hat asta tunebûnê, hinek welatî bi derfetên xwe atolye çêkirine, li vir titûna qaçax çêdikin û debara xwe dikin. Çêlikan bi hunermend Ahmet Kaya ve tê nasîn û Kaya di 28'ê cotmeha 1957'an de li gundê Bistikan a Çêlikanê hat dinê.


Pirsgirêkên navçeyê pir in
Li navçeyê çavkaniyên avê pir in, lê ji ber ku xebat nehatiye kirin zevî nayên avdan û ji van zeviyan tu feyde nayê girtin. Di dîroka 60 salan ya navçeyê de her tim bi riya partiyên îktîdarê rêveberiya herêmî ketiye destê hinek malbatan. Şaredarê niha Mehmet Bora jî bi kewneşopiya malbata xwe di Partiya Saadetê de hat hilbijartin. Li navçeyê pirsgirêkên binesazî pir in, xebatên çand, huner û civakî nayên kirin. BDP yekem car li navçeyê namzetek nîşan da û hewl dide ku şaredariya Çêlikanê bi dest bixe.

Gel bê vîn hiştine

Li navçeyê 2 sal berê rêxistina BDP'ê ya navçeyê hat avakirin û Mehmet Unlu ku di gelek fîlmên sînemayê de rol girtiye ji bo daxwazên gel bîne cih bû namzetê şaredariyê. Unlu da zanîn ku dê bi vê hilbijratinê ve dîrok û pêşeroja navçeyê bê guhertin û navçe bi nasnameya xwe ya cewherî bê rêvebirin. Unlu anî ziman ku Çêlikan li navendê tê rêvebirin, li herêmî nayê rêvebirin û ji ber vê yekê pirsgirêkên navçeyê nayên çareserkirin. Unlu wiha axivî: "Gel bê îrade hatiye hiştin. Şaredar wekî nûnerekî îktîdarê li vir dimîne. Şaredarên berê û yê niha ji bo bigihêjin gel hewl nedan û di çareseriya pirsgirêkan de pir qels man."  

Xebata bi gel re

Unlu anî ziman ku divê demên borî BDP'ê ji bo rêvebirina navçeyê namzet nîşan bida, lê hêj dereng nemane û wiha got: "Dewletê her tim li dijî Çêlikanê polîtîkayên taybet xiste meriyetê. Ji bo gel bi nasnameya xwe têkoşînê nemeşîne her tişt kir. Çêlikan yek jî jê navçeyeke girîng ya Kurdistanê ye û emê bi nasnameya xwe ya esasî navçeya xwe bi rêve bibin. Her tim navçe bi rêveberiyeke ku ji gel dûr hat rêvebirin." Unlu anî ziman ku dê li navçeyê hêza jin û ciwanan bidin hîskirin.

Mîlada Çelîkanê

Unlu anî ziman ku hilbijartinên herêmî ji bo gelê kurd pir girîng in û ev hilibijartin dê ji bo Çêlikanê bibe wek mîladekê. Unlu da zanîn ku dê rûhê berxwedêr yê Rojava di hilbijartinan de nîşan bidin û wiha got: "Niha li Rojava gav bi gav xweseriya Kurdistanê tê avakirin. Emê ruhê berxwedêr yê Rojava di hilbijartinan de bidin nîşandin. Niha li Rojavayê çemê Firatê tenê şaredariyeke me heye, lê dê bi vê hilbijartinê ve ev hejmar pir zêde bibe. Çêlikan navçeyeke Kurdistanê ya kurdewarî ye. Emê Çêlikan bibin cihê ku heq dike."

DÎHA/SEMSÛR