Di van rojên dawiyê de ji bo gelê Kurd, ji bo rêhevalên wî, ji bo malbata wî wendayiyeke gelekî mezin bû. Cemal Kavak siyasetmedarekî Kurd, xebatkarekî gelê xwe, ku bi salan ji bo azadiya vî gelî têkoşîneke mezin daye.
Ne tenê Cemal Kavak her wiha malbata wî kedeke mezin dide vê têkoşînê. Malbata Kavak şehîd dane û zindan jî dîtine û dîsa jî dev ji xebata xwe bernedane.
Cemal Kavak ji bo zarokê xwe ne tenê bav bû, zêdetir rehevalek bû. Di sala 2000 û şûnve min Cemal Kavak li Stenbolê nas kir, bi rastî jî hevalekî gelekî enerjîk û rêvebirekî gelekî mezin bû.
Wê demê em bi navê Parlamenta Evropayê bi heyetan re çûbûn. Polîsên sivîl gelekî em dişopandin û astengî ji me re derdixistin. Lê belê hevalê Cemal herdem ji bo me rê didîtin û em ji şopandina polîsan xelas dikirin.
Ew ruyê wî ê ken ez qet ji bîra nakin, dema kû dikeniya û digot: „Te dît cawa me xwe ji destê wan derxist. Êdî ew bi me nikarin.“
Ji wê rojê şunde heya 18’ê Tebax a 2012’an me bi hev re gelek xebat kir. Herî dawî dema meşa dirêj a ji Cenevreyê heya Strasbûrgê em meşiyan.
Hevalê Cemal bi me re dimeşiya û alîkarî dikir. Gelek caran dikeniya û ji minre digot: „Tê bîra te ew demê berê li Welat“. Û di wê demê de gelek car bahsa welat û bahsa xemgîniya dûrbûna ji welat dikir.
Cemal Kavak ji 2006 û şunve koçberî Evropa bû, lê xûya bû ev kocberî qet tahamûl nekir. Dilê wî û rihê wî herdemê li welat bû.
Piştî meşa 14´ê Tîrmehê li Amedê ji min re telefon vekir û meşa me pîroz kir. Ew gelekî kêfxweş bû ji bo berxwedana me. Lê carekê din jî xemgîniya xwe anî ziman û got: „Kêf kêfa teye, tû çiqas bi şens î ku niha li Amedê yî. Me jî gelekî bêriya Amedê kiriye“.
Belê rêhevalê min Cemal Kavak...
Te çiqas bêriya Amedê kiriye, îro tû mêvanê Amedeyî. Wergera welat ji bo te hesretek bû, tû ji ber rewşa siyasî û fikir û remanê xwe koçber bûyî.
Lê ew dewleta ku tû ji ber kocber buyî tehmûla cenazê te jî li Amedê nekir û êrîşî gelê ku hatibû pêşwaziya te kir. Rê li te girtin û nehîştin ku te bibin kolanên ku tû lê mezin buyî.
Ew hesreta ku tu têde bûyî niha qediyaye û êdî di dilê Amedê deyi.
Niha mêvanê Serhat Kavak, Amed Dilxwaz û Sûleymanî... Hûsnû û Cîhan hatin pêşwaziya te û Mehmet Uzun li civata te ye niha.
Rihat rakeve rêhevalê me.
Emê soz didin te ku eme xebatê te ya mayî berdewam bikin. Cavê te jî bila li Mazlûm Erencî (Mazlûmê minî rûken) be. Em te jibîr nakin....Şehîd Namirin...