Çemê Dîcleyê wêran dikin

Haberleri —

Gotina Dîcleyê xerabkirina Tîgra ye. Lêvkirina “Dîcle”ya îroyîn nêzîkî bilêvkirina (telafuzkirina) Erebî ye. Wateya Tîgra; bi tîj û hêz diherike û mezin e. Ji xwe Botî, Cîzîrî, Mêrdînî û heta li hindek deverên Başûr hîn îro jî ji Dîclyê re dibêjin Ava Mezin an Çemê Mezin.
Du milên Dîcleyê hene. Serçaviya milek jê, çiyayên Master û Sarê ne ku nêzîkî gola Hezarê ne. Ev mil ber bi Madenê ve tê. Li wir navê wî êdî çemê Madenê ye. Avareş jî dibêjin. Çemê Madenê ber bi Pîranê ve tê û di rojavayê Pîranê de ber bi başûr ve diherike.
Milê Dîcleyê yê duyem jî, ji herêma Licê ji Biriqleynê derdikeve û ew jî ber bi rojavayê Hênê û rojhilatê pîranê ve diherike. Herweha çemên Maden û Biriqleynê nêzîkî bajarê Eglê dibin yek. Piştre ava Furkaşo (Devegeçidi) tê ser. Dîcle îro di nav bajarê Amedê de, ber bi Bismilê ve çeng dide. Ava çemên Reş û Ambarê tên ser. Piştre ava çemên Batman, Xerzan û Botanê tên ser û hîn xurtir û bi hêztir dibe. Di Heskîfê de, ber bi Cizîrê ve diçe û dadikive başûrê Kurdistanê. Ji Musilê şûn ve ava Zêyê Mezin û Zêyê Biçûk tên ser. Ji Zêyê Biçûk re Avaşîn jî dibêjin. Ji herêmen Lolan, Şemzînan û Geverê jî çemeke têrav tê ser Zêyê Biçûk ku jê re dibêjin Ava Heyatê. Ya herî dawî jî ji Zagros û herêma Îranê ava çeme Diyalê dikeve ser ava çemê Dîcleyê. Dîcle ji aliyê dirêjbûnê ve çemê Kurdistanê yê duyem e lê piştî ku derbasî Iraqê dibe ji aliyê debiya avê ve çemê Kurdistanê yê herî pirav û mezin e.
Dîcle ji serî heta dawî 1900 km dirêj e. Di di nav tixûbên Tirkiya îroyîn de dirêjiya Dîcleyê 523 km ye. Bi tevî, 600 km di nav axa Kurdisanê re derbas dibe. Li başûrê bajarê Bexdayê Dîcle û Ferad dibin yek û êdî jê re dibêjin Yekava Ereb (Şat-ul Arab).
Qada (hewza) Dîclêyê, ji sedî 12 li nav tixûbên Tirkiyê (38.280km2), ji sedî 2 Suriye (6380km2), ji sedî 54 Iraq (172260 km2), ji sedî 34 Îran û welatên din e. Bi giştî qada avdaniya Dîcleyê 319000 km2 ye. Dîcle di bajarê Mûsilê re diherike
Di Tewratê de behsa afirandina Adem û bihuştê tê kirin û navê çar çeman derbas dibin. Navê yê sêyem Dîcle ye. (Tekvîn 2: 8-14)

Dîcle û zebeş
Li cîhanê zebeşên herî mezin û çêjdar, li Amedê li ber çemê Dîcleyê tên çandin. Di meha nîsanê de ava Dîcleyê hêdî hêdî diçike, kêm dibe. Li kenar û keviyên çem qûm û sîlik dimînin. Ev ax aluvyon e. Di navbera 15-30ê meha nîsanê de, êdî zebeşvanên amedî di nav wê aluvyona çem de dest bi kolana çalikên zebeşan dikin. Çalikên xwe 140-150 cm fireh û 40-60 cm jî kûr dikolin. Armanca kûrahiya çalikan a 40-60 cm ew e ku binê wê bigihe sewiya avê. Di navbera du çalikan de jî 50 cm mesafe dihêlin.
Ji ber ku mirovên li derdorê Çemê dijîn ji herêma Pîranê heta Bîsmîlê çem neparastiye û baş bikar neaniye derdorê çem wêran kiriye û çem qirêj kirine. Endezyarê Derdorê yê Serokatiya Daîreya Kontrol û Parastina Derdorê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mehmet Bikim, anî ziman ku li gorî rêziknameya sala 1990'an a parastina rex û derdora çem nasandina çem ji Bîsmîlê dest pê dikir û heta sûriyeyê diçû û wiha got: "Herêma ji Pîranê heta Bîsmile nexistine nava vî sînorî. Ji ber ku dewletê bi armanca ewlehiyê xwest bendavan li vê herêmê ava bike ev sinor nexist nava sînorê parastinê. Ji bo gel ji vê herêmê koç bike ev herêm nexist nava sînorê parastinê û nasandinê. Lê divê ev yek bê rastkirin û parastin."

HES her tiştî wêran û tune dikin
Bikim, anî ziman ku ji ber destûra avakirina HES'an li ser Dîcleyê tê dayîn HES'ên tên avakirin her tiştî wêran û talan dike û xwest êdî her kes li hemberî vê yekê bi hestiyarî tev bigere. Bitim, bang li wezîr û raydarên dewletê kir û xwest peyviren xwe yên li hemberî xweza û derdorê bikar bînin.
Bitim, bilêv kir ku polîtîkaya dewletê dixwaze qadên Dîcle û Firatê bike yek û her tiştî ji cewher û ruhê wê dûr bixe. Bitim, destnîşan kir ku ev proje ne kolojîk e û dijberî ekolojiyê polîtîk e û wiha got: "Ev li dijî mafê hemû gelên ku li derdorên Dîcleyê dijî ye û mafê her kesî binpê dike. 

DÎHA/AMED


paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.