Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Fransayê, Di çarçoveya Rojiya Mûharrem (Rojiya 12 Îmaman) de, ku di serî de Hz. Huseyîn û Hz. Hasan şîna 72 kesên bi tîbûnê li Kerbelayê hatin qetilkirin nîşan dide, cem lidar xist. Di cema li lokala Komeleya Pazarcixiyan de ku li taxa La Courneuve ya Parîsê hat lidarxistin, bi sedan Elewiyên ji Mereş, Meletî, Semsûr, Erzîrom, Dêrsim û gelek deverên din beşdar bûn.Beriya destpêkirina Cemê ji bo bîranîna Seyid Riza û hevalên wî, sînevîzyon hat nîşandan. Dûre jî li ser navê rêveberiya FEDA ya Parîsê Îrfan Dayioglû, beriya bang li pîr bike ji bo cemê, axaftineke kurt kir. Dayioglû di axaftina xwe de diyar kir ku ji Kerbelayê heta Dêrsimê, Mereş, Sêwasê, zîndana Amedê û ji wir heta Parîsê komkujî dewam dikin. Dûre jî ji bo meşandina cemê ji Ocaxa Derwêş Riza bang li Pîr Riza Yagmûr hat kirin. Li cema bi pîrîtiya Pîr Riza Yagmûr de, semah hat gerandin. Li dû cema du saetan dû hatin kirin. Li Elewiyên beşdar parî hat belavkirin.

Bi wesîleya meha Şîna-Mûharrem li bajarê Almanya Wîpperfuhrth li Komeleya Çandê ya Elewiyan bi beşdariya gelek kesan cem hat lidarxistin. Di merasîma cemê ya ji aliyê Pîr Huseyîn Bîldîk ve hat rêvebirin, Seyid Riza û hevrêyên wî hatin bîranîn. Li ser navê Federasyona Elewiyan a Demokratîk Rojda Yildirim peyivî û diyar kir ku ji ber Seyid Riza û hevrêyên wî nûnerên kevneşopiya Elewî-Kizilbaş in, hatin darvekirin û destnîşan kir ku divê elewî kevneşopiya Seyid Riza dewam bikin. Pîr Huseyîn Bîldîk jî ragihan ku Elewîtî rêbazeke jiyanê ye û anî ziman ku kabeya Elewîtiyê mirov e. Bîldîk bal kişand ser rexneyên neheq ên li mabedên Elewiyan tên kirin û destnîşan kir ku divê ti bawerî baweriyeke din biçûk nexîne.Li dû merasîma cem parî hatin belavkirin.

Li Gîessenê bîranîna Seyîd Riza

Li Komeleya Çanda Kurd a Mezopotamya ya Gîessenê jî Seyid Riza û hevalên wî hatin bîranîn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê, Pîr Haşîm Kûtlû der barê dîroka Elewiyan de agahî da beşdaran. Kûtlû ragihand ku divê kevneşopiya berxwedanê ya Pîr Seyid Riza temsîl dike, were dewamkirin. Li dû axaftinan sînevîzyonek li ser qirkirina Dêrsimê hat nîşandan. Li dû xwendina Gulbankan aşûre hat belavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN