
Kurda Belçîkî Zuhal Demir li parlemana federal a Belçîkî sûnd xwar û wekî wezîra dewletê ya ji Têkoşîna li dijîxizaniyê, wekheviya şensan û siyaseta zanistê berpirsiyar dest bi wezîfeyê kir.
Parlamentera partiya neteweperest a Flaman D-VA´yê Zuhal Demir 36 salî ye û bi vê wezîfeyê kete şûna hevkara xwe Elke Sleur.
Demir li bajarê bi ser Genkê ê bi navê Limburgê ji dayik bûye,lê belê dê û bavên wê ji Dersimê koçberî Belçîkayê bûne.
Zuhal Demir ji Çileyê 2013´an heta bi dawiya 2015´an şaredara bajarê Antwerpê bû.
Herçî çepemeniya Tirk e weke wezîr wezîfedarkirina Zuhal Demir bi nebaşî nirxandin û bi gelek neweyiyan xwestin navê wê reş bikin.
Demir eşkere dibêje ew pasîfîstek e û di çalakiyên çandî yên Kurdan de hazir dibe û di axaftinên xwe de doza çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane dike.
Zuhal Demir ji bo îdîayên dibêjin ew sempatîzana PKK´ê ye jî got,”Êdî ez ji van îdîayan pf bûme.” Wezîra nû,her wiha da zanîn ku ew ê gavên hiqûqî li dijî kampanyaya çapemeniya Tirk biavêje.
BRUKSEL