Li Taxa Bayirli ya Lîcê, cenazeyê 4 kesên di şerê 3’yê Hezîranê  deşehîd bûbûn, 43 roj in li herêma dagirkirî tên rawestandin.

Li Taxa Bayirli ya navçeya Licê ya Amedê, di 2’yê Hezîranê de tevgera dagirkeriyê ya leşkerî destpê kir û di 3’yê Hezîranê de şer rû da. Cenazeyê 4 endamên HPG’ê yên di şer de jiyana xwe ji dest dan 43 roj in li herêma şer tên rawestandin. Ji 5 HPG’iyên di şer de jiyana xwe ji dest dan cenazeyê Ferhat Kocakaya piştî tevgera dagirkeriyê ji herêmê hat girtin û li Licê hat definkirin. Lê cenazeyên Îbrahîm Çelîk, Abdullah Tûrhan, Omer Demîr û Yûsûf Kayran 43 rojin li herêma tevgera dagirkeriyê lê hatibû derxistin, tên rawestandin. Malbat çûn herêma operasyonê û di wêneyên kişandî de xuya dike ku cenaze xira bûne.

Tevî sozan jî cenaze man 

Malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan, dest pê kê bi şandeyeke Parlementerên HDP’ê jî, di nav de çûn Serdozgeriya Komarê ya Licê û serlêdan kirin. Malbatan dûre di 9’ê Tîrmehê de serî li Baroya Amedê dan û ji bo girtina cenazeyan daxwaza alîkariya hiqûqî kirin. Baroya Amedê, derbarê mijarê de agahî dan Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul ê heman rojê hat bajêr û Wezîr Gul ji bo girtina cenazeyan ferman dabû Waliyê Amedê Hasan Basrî Guzel.

Ligel hemû hewldanên malbatan û fermandayîna Wezîr Gul, cenaze hîna jî li herêma dagirkirî tên rawestandin.

AMED