Cenazeyê Endama HPG'ê Nebahat Demîr (Mahabat Penaber) a ku di 13'yê sibatê de di pevçûna li çoltarê Şirnexê de jiyana xwe ji dest da piştî karên otopsiyê ji Morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hate girtin û bi konvoyeke qelebalik anîn Silopiyê. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê Bakî Sondak, Serokê Rêxistina B DP'ê yê Silopiyê Mutalîp Sakman, Seroka Rêxistina BDP'ê ya Cizîrê Nîmet Aşut, Şaredarê Tilqebînê Sînan Uysal, Nûnerên MEYA-DER û Dayîkên Aştiyê û gelek kes tevlî konvoya cenaze bûn. Piştî konvoya cenaze bi sloganên "Şehîd namirin" û "PKK gele gel li vir e" hate pêşwazîkirin bi girseyî birin Mizgefta Kevser. Zêdehî deh hezaran kes tevlî meşa cenaze bû. Dema ku cenazeyê Demîr li ber mizgeftê ji wesayîtê derxistin welatiyan di şaneşînan û li ser banan gul avêtin ser darbestê. Piştî vecîbeyên olî yên cenazeyê Demîr pêk hatin jina xenê û mum hilkirin. Dema ku jinan lorîk qêriyan demên hestiyan pêk hatin û gelek jinan rondikên xwe negirtin.
Piştî vecîbeyên olî jînan darbesta Demîr bi gulan û ala bukîniyê xemiland û bi ser milan hilgirtin. Di merasîma cenaze da jinan cilên reş li xwe kirin. Pişt re girseya zêdehî deh hezaran ber bi Goristana Şehîdlikê ya Başakê ve dest bi meşê kir. Di meşê de ciwanên ruyên xwe girtin meşa leşkerî li dar xistin. Di meşêm de alên PKK'ê û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin vekirin. Di meşê de pankrata "Şehîd namirin şehîd rumeta me ye" hate vekirin û sloganên "Ciwan fidayîn Ocalan in", "Ocalan", "Tolhildan tolhildan", "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" û "PKK gele gel li vir e" hatin berzkirin. Piştî meşê 5 kîlometreyan berdewam kir cenaze anîn goristinê. Di meşê de polîsan tedbîrên gelek berfireh girtin.
Piştî rêzgirtinê cenazeyê Demîr li cem gora endamên HPG'ê yên di pevçûnên cuda de jiyana xwe ji dest da hate definkirin. Piştî axaftinanan girse heta ber konê şînê yê li taxa Başak hate vekirin meşiya.

DÎHA/ŞIRNEX