Cenazeyê Endamê HPG'ê Omer Bulut (Rizgar Mardîn) ê ku di 7’ê îlonê de di pevçûna li ser sînorê Îran û Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Midyadê ya Mêrdînê bi girseyî hate definkirin. Cenazeyê Bulut di saetên nîvro de anîn navçeyê û pişt re birin Mizgefta Haci Îsa Arslan û vecîbeyên olî anîn bicih. Pişt re darbesta Bulut a bi alên PKK’ê hate pêcandin birin goristanê. Di meşê de posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û posterên Bulut hatin vekirin û sloganên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Tolhildan” û “Qatîl Erdogan” hatin berzkirin. Piştî rêzgirtinê cenazeyê Bulut hate definkirin.
Nûnerê MEYA-DER’ê yê Mêrdînê Fettah Tekîn di merasîma cenaze de axivî û bang li gel kir ku têkoşînê hêj bêtir bilint bikin. Hevseroka Rêxistina BDP’ê ya Mêrdînê Sîhem Elveren Alp jî diyar kir ku divê êdî şer bi dawî bibe û dayîk negirîn. Bavê gerîlayê HPG'ê Bulut H.Yusuf Bulut jî diyar kir ku kurê wî ji bo gelê Kurd canê xwe da û bi vê yekê bi rûmet e û wiha got: “Ji bo azadiyê têkoşîn da. Kurê jin tenê şehîdê me nîn e şehîdê hemû Kurdistanê ye.” Piştî axatinan girseyê konê ser saxiyê ziyaret kir. 

MÊRDÎN