Hevseroka Giştî ya DBP’ê Emîne Ayna, Parlamenter Ertugrul Kurkçu, Pervîn Buldan û Leyla Zana, endamên PM’ê yên HDP û DBP’ê, parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, birayê Ocalan Mehmet Ocalan bi hezaran welatî beşdarî merasîma cenazeyê bûn. Cenazeyê Keser ji vir anîn mala wê ya li taxa Mîsîsê û ji vir jî bi meşê cenaze birin Goristana Mîsîsê. Cenaze bi sloganên girseyê sipartin axê. Piştî cenaze sipartin axê, Mehmet Ocalan peyama rêberê gelê Kurd xwend. Piştî merasîma cenaze welatî çûn konê sersaxiyê ya li kolana Namik Kemal a taxa Misîsê hatiye vedan.

Hêz da rêbertiya me

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo xwişka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Havva Keser peyama sersaxiyê weşand. KCK’ê di peyama sersaxiyê de got: “Ji ber wefata Hava Keser ku me ew bi berxwedêr û dilê wê yê mezin nas kir, em gelek xemgînin û di serî de ji Rêber Apo re û ji malabata Ocalan-Keser û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Di peyamê de wiha hate gotin: “Xwişka serokatiya me Havva Keser, xwedî êşên berê yê qasî dîroka jinê û kedek mezin bû. Di hewldana Rêber Apo de keda wê pir mezin bû. Rêber Apo bi serhildana ku di temenê xwe yê biçûk de daye destpêkirin de di serî de malbat bi giştî li dijî zayenda civakî bûye xwedî sekn. Havva Keser jî serokatiya me di têkoşîna wî de tenê nehiştiye û ji bo ku ew bi jinan hevaltiyê deyne bûye xwedî hewldaneke mezin. Rêber Apo ku li dijî rewşa xwişkên xwe serî hilda, li dijî hemû êşên jinan bêdeng nemaye û di seranserê têkoşîna jiyana xwe de ji êş, zor û zehmetî û pirsan re bûye bersiv û têkoşîna xwe pêş xistiye.” Peyama KCK´ê wiha bidawî dibe: “Em êşa malbata Ocalan û Keser parve dikin û  dayika Havva Keser ji ber hewldanên xwe yê înşakirina jiyana azad dê her tim di hişê me de bijî.”

NAVENDA NÛÇEYAN