Rahmî Ozen di 22’yê kanûna 2008’an de bi îdiaya ku di mîtîngeke de slogan avêtiye hate binçavkirin û piştre jî bi îdiaya „endamê rêxistinê ye“ hate girtin. Ozen ewil birin Girtîgeha Mûşê û piştre jî sewqî Gumuşhaneyê hate kirin. Ozen piştî 7 mehan dê bihata berdan lê hate îdiakirin ku li girtîgeê agir berdaye bedana xwe. Cenazeyê Ozen ji aliyê malbata wî ve ji Saziya Tiba Edlî ya Keçîorenê hate wergirtin û cenaze anîn Agiriyê. Cenaze di ketina Agiriyê de ji aliyê girsiya ku di nav de Serokê Rêxistina BDP’ê ya Agiriyê Mustafa Akyol û Şaredarê Bazîdê Canan Korkmaz jî heyî ve hate pêşwazîkirin. Cenaze piştre anîn ber mala wî û li vir bi diruşma „şehîd namirin“ hate pêşwazîkirin.
Cenaze piştî fitarê birin Mizgefta Saîd-î Nursî. Piştî wecîbeyên olî cenaze birin Goristana Taxa Fatîhê. Li goristanê piştî ku caneze hate definkirin deqeyeke rêz hate girtin. Li vir nûnerê MEYADER’ê Cenap Îlboga axivî û got ku êdî tehamula wan ji xeberên mirina zarokên Kurdan nemaye. Îlboga da zanîn ku berpirsyarê va mirinan hikûmeta AKP’ê ye.


DÎHA/AGIRÎ