Cenazeyê Şervanê YPG'ê Firat Altunç (Harûn Goyî) ku di 2'ê adarê de di pêngava azadkirina gundên Kobanê de jiyana xwe ji dest da, li Bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê ji hêla hezaran kesî ve hate definkirin. Cenazeyê Altûnç, piştî otopsiyê ya li Rihayê bi karwanekî bi sedan wesayîtê pêk dihat anîn Şirnexê, di ketina bajêr de ji hêla sedan kesî ve hate pêşwazîkirin. Di ketina bajêr de polîsan rê girtibûn, nehişt cenaze bikeve bajêr. Piştî hevdîtina bi rayedarên polîsan re, karwan bi dirûşmeyan careke din riya xwe domand. Li ser riyên ku karwan derbas dibû ji hêla sedan welatiyan ve bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Kobanê", "Şehîd Harûn nemir e", "Bijî Serok Apo" hat pêşwazîkirin û piştre jî derbasî Bajaroka Gundikê Melê yê girêdayê Şirnexê bû. Cenazeya ku nêzî Goristana Temtemûyê bû, cenazeyê ji wesayîtê hate derxistin û li ser milan bi desmala kesk û sor û zer hat pêçandin heta goristanê meşiyan. Dîsa di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wêneyên Şervanê YPG'ê Altunç hat vekirin. 

Piştî li nêzî Goristana Temtemûyê ya ku di qontara çiyayê Cûdî de ye merasîm pêk hat, bi dirûşmeyan spartin axê. Di merasîma ku Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, hevşaredarên herema Şirnexê, rêveberên rêxistinên HDP'ê û DBP'ê yên bajêr û navçeyan amade bûn. Di meresimê de dua hatin xwendin û ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Şaxa MEYA-DER'a Cizîrê Mele Kasim Yîgît diyar kir ku qatilên DAIŞ'ê ciwaneke din jî qetilkirine û wiha got: "Hevalê Harûn di riêya heqîqet û azadiyê de şehîd ketiye. 


'Serê gelê kurd bi wan bilinde'

Piştî axaftina Yîgît, Parlamenter Sariyildiz axivî û sersaxî ji malbat û hemû gelê kurd re xwest. Sariyildiz destnîşan kir ku îro gelê Botanê caneke xwe yê din jî sparte axê, mizgîniya azadiya Kurdistanê dide û wiha got: "Hemû Rojhilata Navîn, hemû mirovahî rûmeta xwe emanetê van şehîdan, Harûnan û Arînan dike. Ew canê me yên herî bi nirxin. Bedena xwe yê ciwan feda kirin û serê gelê kurd bilind kirin, li rûmeta xwe xwedî derketin. Wan parazvantiya rûmeta mirovahiyê yên di bazaran de dihatin firotin kirin. Ciwanên me vî şerî ji bo rizgariya hemû gelên ereb, sûryanî û hemû Rojhilata Navîn dan. Bi saya serê wan îro li Kobanê, Şengal, Til Hemîs, Til Berak û gelek serkeftinan pêk anîn. Gav bi gav gel tên azadkirin, serkeftina ciwanên kurd niha di rojeva cîhanê de cih girtiye." 

Mamê Altunç ê YPG'yî Saît Altunç jî, diyar kir ku Harûn ne tenê yê malbatê şehîdê hemû gelê Kurdistanê ye. 

Piştî axaftinan cenazeyê Şervanê YPG'ê Altunç spartin axê. 


 DÎHA/ŞIRNEX