Li goristanê merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Pişte endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hesen Koçer axivî û bal kişand ser geşedanên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê. Koçer diyar kir, ku pêwîste Kurd di vê demê de bi hesasî tevbigerin û êrîşên komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam (DAIŞ)/Eniya El-Nusra şermezar kir. Koçer helwesta hin partiyên Kurd ên ku bi muxalefeta Sûriyê re hevdîtinan dikin rexne kir û bibîrxist ku Koalîsyona hêzên muxalefetê heta niha mafê Kurdan qebûl nekiriye.
Piştî axaftina Koçer, sicîla şervanê YPG’ê Rustem Efrînî hate xwendin û cenaze ji aliyê girseyê ve bi diruşme û tilîliyan, spartin axê.
DÊRIK