Welatiyên Dêra Zorê cenazeyê şervanên QSD’ê Hisên El-Ebid (Mekhil), Abdullkerîm El-Nebir (Nemir), Selame El-Recawî (Xezeb), Hemûd EL-Elî (Hemûd) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen veşartin.
Merasîm ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir. Piştre yek ji fermandarên QSD`ê Ebû Umer axivî û sersaxî ji malabata her çar şehîdan re xwest û got bi saya şehîdan herêm ji çeteyan tê rizgarkirin û ew ê heta dawiyê şopdarên rêya wan bin. Piştre wesîqeyên şehadetê hatin xwendin û radestî malbatên wan hati kirin. Cenazeyê şervanên QSD’ê bi dirûşme û tilîliyan li goristanê hate veşartin.
DÊRA ZORÊ
Li Şêrewa 2 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê ragihand ku di çalakiya li navbera gundê Kefer Nebo ya Beradê ya navçeya Şêrewa ya Efrînê ku li dijî bageha çeteyên Ehrar El Şerqiyeyê de 2 hatine kuştin, 3 jî birîndar bûne. YPG’ê têkildarî çalakiyê ev tişt got: “Di dîroka 18’ê Îlonê de yekîneyek me di navbera gundên Kefer Nebo û Beradê yên girêdayî navçeya Şêrawa de baregeheke koma çeteyên Ehrar El-Şerqiye kirin hedef. Di navbera hêzên me û çeteyan de şerê sînge sîng qewimîn. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.”
EFRÎN
Daxuyaniya 15 saliya PYD’ê
Bi minasebeta salvegera 15’an a damezirandina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Meclîsa Giştî ya partiyê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de damezirîner û rêvebirên PYD’ê şehîd Şîlan Kobanê û hevalên wê, Osman Dadelî, Ehmed Hisên, Îsa Hiso û Xalid Kûtî jî hatin bibîranîn. Daxuyaniya Meclîsa Giştî ya PYD´ê bi vî rengî bû:”Nirxên şehîdên me veguherîn mîraseke fikrî û rêxistinî û bi saya wê bi rêbazên şoreşgerî beşdarî nava tevgera şoreşgerî ya Sûriyeyê di Adara 2011’an de bû û ji xwe re rêya sêyemîn pejirand û xwe spart fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan a neteweya demokratîk ji bo pêkanîna demokrasiyê li Rojhilata Navîn.”
QAMIŞLO
Li Minbicê 226 şervanên nû
Li Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla dewreyeke din a perwerdeyê ya bi navê Şehîd Mutesim El-Îdo bi tevlêbûna 226 şervanan bi dawî bû.
226 ciwanên ku dewreya perwerdê ya ku 15 rojan bi dawî kir, tev li Meclisa Leşkerî ya Minbicê bûn. Di merasîma bidawîkirina dewreyê de, endamên Saziya Malbatên Şehîdan, şervan û fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê amade bûn.
Piştî merasîma leşkerî, ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Dilşêr Hesen axivî û bidawîbûna perwerdeyê li şervanan pîroz kir û bal kişand ser rola Meclisa Leşkerî ya Minbicê di parastina herêma Minbicê de ji hemû gefan.
Piştî axaftinê, şervanan sonda leşkerî xwar. Merasîm bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.
Şehîd El-Mutesim El-Îdo ku dewreya perwerdeyê bi navê wî hate lidarxistin, di pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbû.
ANHA/MINBIC
9 kesên ji Efrînê revandin anîn Tirkiye
Dewleta Tirk 9 kesên ku ji Efrînê revandin Tirkiye û bi tawana ku “endamên YPG’ê” darizandin, şandin girtîgehê.
Di 14’ê Îlonê de 9 kes li Efrînê revandin û anîn Tirkiye. Çapemeniya AKP´ê îdîa dikir ku “Endamên YPG’ê” ne. 9 kesên ku çapemeniyê û Waliyê Hatayê îdîa kir ku “Endamên YPG’ê ne” sewqî dadgeha Hatayê kirin. Dadgeha Hatayê 9 kes girtin û şandin girtîgehê.
HATAY