Cenazeyên şervanên YPG'ê duh piştî nîvro ji Navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê bi karwanekî wesayîtan anîn navçeya Cindrêsê. Cenaze ji vir jî birin Goristana Şehîd Seydo ya li Çiyayê Şehîdan. Piştî karwan gihîşt goristanê merasîm hate lidarxistin. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de, Fermandarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo axaftinek kir û soza şopandina riya "şehîdan" da.
Bi berxwedana xwe êrîş têk birin
Hemo got ku ewê deskeftiyên şoreşê biparêzin û wiha dom kir: "Em li Rojavayê Kurdistanê pêvajoyên hestewar jiyan dikin. Hin komên Îslamî bi hovîtî êrîşî gelê me dikin û dixwazin jiyana wî têk bibin, lê yekîneyên YPG'ê bi berxwedana xwe ev êrîş têk birin. Em soz didin gelê xwe û hemû pêkhateyên herêmê ku emê li ser rêya şehîdan têkoşîn û berxwedana parastina axa xwe berdewam bikin."
Di merasînê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Şazya Îbrahîm jî axivî û diyar kir ew wek malbatên şehîdan girêdayî bîranîn û doza şehîdan e. Piştî axaftinan cenazeyên şervanên YPG'ê spartin axê.
EFRÎN