Welatî seat di 16.00᾿an de li ber navenda Saziya Malbatên Şehîdan ku cenaze lê hatibûn bi cih kirin hatin cem hev. Ji vir girseyê cenazeyên 3 şervanên YPG᾿ê bi kerwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Seydo ya li navçeya Cindêrisa ya Efrînê oxir kirin. Kerwanê cenazeyan saet di 17.00᾿an de gihiştin navçeya Cindêrsa Efrîn. Li Cindêris kerwanên cenazeyan ji aliyê hezaran kesî ve li riya ketina bajêr hate pêşwazî kirin. Kerwan di nava kolanên bajêr de geriya û piştre ber bi goristana Şehîd Seydo ya ya li gundê Kefer Sefra ya çiyayê Şehîdan bi rê ket.

Li goristanê merasîm hate lidar xistin. Merasîm bi rêzgirtina leşkerî destpê kir. Piştre li strana ku bi dengê şervanê YPG᾿ê Demhat hatibû tomar kirin hate guhdar kirin. Di merasîmê de Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG᾿ê li Efrîn  Selaheldîn Efrîn axivî. Di merasîmê de malbatên 3 şervanên YPG᾿ê Bêrîvan Qelendar (Xemgîn Nûcan), Demhat Silêman (Demhat Şoreş) û Hisên Hesen (Egît Rojava) jî axivîn û soz dan ku ewê heta dawî li ser xeta azadiyê ya zarên xwe bimeşin.
Piştî axaftin bi dawî bûn girseyê cenazeyê 3 şervanên YPG᾿ê spartin axê.
Cenazeyên şervanên YPG'ê Bêrîvan Qelendar (Xemgîn Nûcan), Demhat Silêman (Demhat Şoreş) û Hisên Hesen (Egît Rojava) ku di 27'ê Gulanê de li Basûtê jiyana xwe ji dest dabûn û ketibûn destê komên çekdar, beriya 2 rojan hatin wergirtin û di nexweşxaneya Avrîn a Efrînê de hatbûn bicih kirin beriya merasîm dest pê bike cenaze duh anîn navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Efrîn. 

ANHA/EFRÎN