Roja qetilkirina Serçe, li gorî qeydên Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF), 23’yê tîrmehê ye. Lê Tevgera Azadiya Jinên Kurd diyar kir ku roja Serçe jiyana xwe ji dest daye, 19’ê tîrmeha 2006’an e.
Digel hemû hewldanên malbata Serçe, parêzvanên azadiya çapemeniyê û parêzvanên mafên mirovan ê Îranê, cenazeyê Serçe nedan. Rejîmê dest danî ser cenaze û birin ciyekî ku nayê zanîn û heta niha qet derbarê vê yekê de tu agahî nedane. Navê Serçe, li bîrdariya ku ji sala 1944’an û vir ve ji bo rojnamegerên ku bi çi sedemê dibe ji ber pirsgirêka bi karê xwe re girêdayî jiyana xwe ji dest dane de, cî digire. Bîrdarî, di 2’yê adara 2007’an de li bajarê Bayeuxê hatiye avakirin.
Ayfer Serçe, di sala 1974’an de li Wêranşara Rihayê jidayik bû. Di dema xwendekariya xwe ya lîseyê di radyoya bi navê Karacadag de pêşkêşvanî kir. Paşê ji bo dersxaneyê çû Edene û Mêrsînê. Piştî dersxaneyê li navçeyeke biçûk li derdora Isparta an jî Kutahyayê dibistana bilind a 2 salan, kar kir. Piştre çû cem birayê xwe yê li Stenbolê û bi hev re bo qeyda zanîngehê çûn vê navçeya biçûk.

Tevlî xebatan bû 


Piştî ku çûn navçeyê, dît ku ew der ji bo xwendinê ne guncav e û piştî demekê bi birayê xwe re nîqaş kir, paşê jî qeyda xwe çênakir û vegeriyan. Paşê Zanîngeha Çukurovayê beşa Şixulandin (Îşletme) qezenc kir. Piştî ku du salan li vir xwend, di sala 1998’an de bi awayekî aktîf bêhtir di nava têkoşîna jinên Kurd de cî girt.

Leşkerên Îranê ew qetil kirin


Serçe ya ku demeke dirêj di çapemeniya Kurdî de xebitî, di destpêka salên 2000’î de dest bi xebata ji bo Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (ANM-MHA)’yê kir. Piştî ku MHA di sala 2005’an de hat girtin, di heman salê de ANF vebû û di ANF’ê de dest bi xebatê kir. Ji bo ANF’ê nûçegihaniya ji Ermenistanê kir. Di navbera 19-23 Tîrmehê de di kemîneke leşkerên rejîma Îranê ya li herêma Kelareş de, hate qetilkirin.


Rojnamegereke milîtan bû 


Rêhevalên wê yên PAJK’î ku li ser heman riyê bûn, ji bo Şîlanê di biyografiya wê de wiha gotin: “Ew rojnamegerek jin bû. Ew evîndareke azadiyê bû. Ew hezkiriyeke mirovan bû. Rêhevaleke ku jiyan û jin heta xwîna xwe hîs kiribû(…) Rêhevala Şîlan her dem çavdêreke baş, analîzkareke hêja bû. Şîlan ji jiyana bi dîsîplîn û bi rêk û pêk xebatê jî hez dikir. Dixwest xwekuştinên jinan lêbikole, xwekuştin û devjêberdana ewqas jinan a ji jiyanê qebûl nedikir, dixwest hemû sedemên ku vê êşê dide jiyîn bi hemû aliyan derxe rûkala dinyayê (…)Ji ber ku ew rojnamegerek ku li gor exlaqê rojnamegeriyê dixwest hemû êş û azarên ku jiyana jinan wekî zindanekê dorpêç dike, bi her awayî ragihîne û derxe holê. Ew bû rojnamegereke wisa. Şîlan rojnamegereke jin a Kurd ku dixwest bang li dilên wijdanên ku kerr bûne bû.”

ANF/BRUKSEL