Şervanên QSDʹê Yasir Ehmed El-Mesawî (Kotayî Hesekê) û Selman Seyîd Yasîn (Rodî Hesekê) roja 8ʹê Mijdarê di berxwedana gundê Malha ya Şedadê de jiyana xwe ji dest dan. Welatiyên Hesekê û gundên Şedadê bi armanca wergiritina cenazeyan li ber Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn.

Li vir merasîm hat lidarxistin, merasîm bi rêzgiritina leşkerî ya şervanên QSD´ê destpê kir. Paşê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Ehmed Esed, li ser navê YPGʹê Zekî Kobanê û li ser navê TEV-DEMʹê Silêman Mehmûd axivîn. Di axaftinan de bal hat kişandin li ser rola şervanan di parastina biratiya gelan û jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyên Rojava de û soza bilindkirina tekoşînê hate dayîn.

Di axaftinan de Hemleya Rizgarkirina Reqayê hate bibîrxistin û hat gotin, şervanên Xezeba Firatê dê hemû Sûriyê ji çeteyan rizgar bikin.

Piştî ku merasîm bi dawî bû, girseyî cenazeyên şervanan birin gundên El-Herîrî yê Şedadê û Gundê Mexlûca ya Çiyayê Kizwanan, cangorî li cihê lê jidayîkbûyî definkirin. 


 HESEKÊ