Îbrahîm Dawê (Serhed Hesekê) di sala 1993’yan de li Helekê ji dayik bûye.
Ebdurehîm Hiso (Şervan Hesekê) di sala 1989’an de li Hesekê ji dayik bûye.
Elai Tewfîq (Elai) di sala 1975’an de li Serêkaniyê ji dayik bûye.
Cenazeyên şervanên YPG’ê Îbrahîm Dawê û Ebdurehîm Hiso, ji aliyê sedan kesî ve ji navenda tenduristiyê ya Amûdê hatin wergirtin û bi karwanekî wesayîtan birin Goristana Şehîd Dijwar a li Gundê Dawidiyê ya girdayî Hesekê. Piştî ku karwan gihîşt goristanê li vir merasîm hat lidarxistin.
Di merasîma ku bi rêzgirtinê dest pê kir de Endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Welîda Bûtî, Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Aldar Esed û malbatên herdû şervanên YPG’ê axivîn. Di axaftinan de soza şopandina xeta berxwedanê hat dayîn. Piştî axaftinan cenazeyên Dawê û Hiso ji aliyê giseyê ve bi diruşme û tilîliyan spartin axê.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Elai Tefîq jî bi merasîmekê li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê girêdayî Dirbêsiyê hat definkirin.
ANHA/QAMIŞLO