Îro cenazeyên 5 koçberên di Derya Egeyê de xeniqîn tînin Herêma Kurdistanê.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil diyar kir ku wê sibe (îro) cenazeyê 5 koçberên di Derya Egeyê de keştiya wan noqî avê bibû bînin Herêma Kurdistanê. Navê kesên jiyana xwe ji dest dane wihane; Rêbîn Ebas Mihemed, Rewend Mistefa, Rêbîn Mihemed, Şîver Star û Yusif Babekir. Cotyar Adil da zanîn ku cenazeyê bi riya Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê  saet 08.30’an bînin.

Hêjayî bi bîr xistinê ye, 10’ê Çile di Derya Egeyê de keştiyek bin av bû. Di keştiyê de 50 kes hebûn. Piraniya wan xeniqîn. Ji wan 18 ji Başûrê Kurdistanê bûn. Cenazeyên hinekan hatiye dîtin û yên hinekan jî hîn nehatine dîtin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN