Li goristanê merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hevseroka Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mihemed axivî û bal kişand ser berxwedana şervanên YPG’ê ya li dijî komên çete û soza bilindkirina asta tekoşînê da. Mihemed, da zanîn ku aliyên ku bi Koalîsyona hêzên Muxalefetê re îmze kirine nûnertiya gelê Kurd nakirin û helwesta wan rexne kir. Mihemed, destnîşan kir gelê Kurd dê biserkeve û dê Desteya Bilind di kongreya Cenevreyê de nûnertiya Kurdan bike.
Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan jî axaftinek hate kirin û soza şopandina riya berxwedêrên têkoşînê hate dayîn.
Piştî axaftinan girseyê cenazeyên şervanên YPG’ê Cûdî Doxan, Serhed Zagros, Goran Dêrik, Demhat Efrîn û Mahir Tolhildan bi diruşmeyên ‘’Şehîd namirin’’ û tilîliyan spartin axê.
Şervanê YPG’ê Harûn Qamişlo ku hefteyek beriya niha di pevçûnên li Serêkaniyê de birîndar bibû û tevî hemû heldanan jî jiyana xwe jidest da. Duh bi sedan welatî li ber Mizgefta Qasimo hatin cem hev û cenaze ji mizgeftê wergirtin. Ji vir cenaze bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve hate birêkirin.
Li goristanê piştî merasîma rêzgirtinê endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ebdulkerîm Sarûxan axivî û diyar kir ku dijminên gelê Kurd ji destkeftiyên ku Kurd bidestdixin ditirsin û ji ber vê yekê êrîşê gelê Kurd dikin. Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Selîm Mihemed jî axivî û da zanîn ku gelê Kurd dê heta serkeftinê riya şehîdan bişopîne.
Piştî axaftinan, cenazeyê şervanê YPG’ê Harûn Qamişlo bi diruşmeyên ‘’Şehîd namirin, şehîd rumeta me ne’’ hate definkirin.
DÊRIK/QAMIŞLO