Cenazeyê 3 endamên meclisa gundê Xana Serê ya girêdayî Dêrikê, Yasir Casim, Rakan Edhem û Şêxmûs Umer ku piştî seferberiyê tevli hêzên Asayîşê bûn û di encama teqîna li gundê Girzîro ya Girkê Legê de şehîd ketibû, ji aliyê hezaran kesî ve hatin definkirin. Merasîm pêr di saetên ber êvarê de li ber Nexweşxaneya Wetenî ya Dêrikê dest pê kir. Piştî wergirtina cenazeyan, girseyê bi karwanekî wesayîtan cenaze ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve bi rê kirin.

Li Dirbêsiyê jî cenazeyê şervanê YPG’ê Murad Xelo ku di 18’ê tebaxê de, di pevçûnên li Serêkaniyê de birîndar bû û li nexweşxaneyê şehîd ket, ji navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê hat wergirtin, bi kerwanekî wesayîtan birin Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê û bi dirûşme û tililiyan spartin axê.
Murad Xelo (Şiyar Dirbêsiyê) di sala 1994’an de li Dirbêsiyê ji dayik bûye.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Ehmed Hesen El-Hesen ê bi eslê xwe ereb ku di pevçûnên dawî de şehîd ket, li Til Temir hat definkirin. Cenazeyê şervanê YPG’ê Ehmed Hesen ji aliyê sedan kesî ve li goristana gundê Til El-Werid hat definkirin.
Ehmed Hesen El-Eesen di sala 1983’yan de li gundê Qebir Sixîrê ji dayik bûbû. Ehmed Hesen bavê 5 zarokan e.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Baz Kobanê ku di 26’ê tebaxê di encama çalakiya YPG’ê ya li dijî çeteyên El Nusra de li gundê Mehmûdiyê şehîd ket, ji aliyê sedan kesî ve ji Saziya Malbatên Şehîdan a li Kobanê hat wergirtin. Cenazeyê şervanê YPG’ê Baz Kobanê bi kerwanekî wesayîtan li Goristanan Şehîdan a Gundê Termik hat definkirin. 

DÊRIK/KOBANÊ