Li Dêra Zorê, gundê Herika hat rizgarkirin, li gundê Agedatê şer bi dijwarî didome û çeteyên DAIŞ’ê derbeke giran xwar.

Pêngava Bagera Cizîre bi dijwarî kete roja 53’yan û şervanên QSD û Meclîsa Eskerî bi pêş ve diçin. Şervanên QSD’ê doh berê sibehê çûbûn ser çeteyên DAIŞ’ê yên li Gundê Herika ku 41 kîlometreyan li bakurrojhilatê Dera Zorê ye; di navbera çete û şervanan de şerê giran rû da.

Di encama şer de 13 çete hat kuştin, hawaneke 21, hawaneke 82, hinek cebilxaneyên çeteyên DAIŞ’ê ketin destê şervanan.

li aliyê din jî li Gundê Agedatê ku 20 kîlometreyan li başûrrojhilatê Dêrazorê ye, şêrekî giran heye. Li gundê Agedat di şer de doh 25 çete hat kuştin, 11 cenazeyên çeteyan tevî rext û silahan ketin destê şervanan.