Piştî referanduma 25’ê Îlonê li Başûrê Kurdistan û Iraqê pêvajoyek nû dest pê kir. Heta niha ne diyar e ev pêvajo wê ber bi ku ve biçe û çawa bi encam bibe.
Lê beriya vê pêvajoyê hin tişt zelal bûn. Diyar bû ku wê encamek wiha derkeve. Ev plana ku PDK’ê bi tena serê xwe li ser Kurdan ferz kir, destkeftiyên hemû Kurdan kirine xeteriyê.
Niha jî li hemberî vê xeteriyê hemû Kurd bi hişyarî û hestên neteweyî helwêsta xwe nîşan didin, lê mixabin PDK, dîsa bêdeng e û dixwaze xwe bi Erdogan şîrîn bike.
Beriya referandumê gelek kesan digotin, ‘Kurdistana serbixwe mafê Kurdan e, hevce nake em ji xwe bipirsin bêjin ka em serbixwe bin an na? Ev mafekî rewa ye û ne mijara referandumê ye. Lê lazim e rê û rêbazê vê refenradumê ne wiha bûna’ û hwd. Dema ku rexneyên wiha dihatin gotin PDK’ê tavilê bersiva ‘Hûn li dijî Kurdistana serbixwe ne’ didan. Ev manîpulasyoneke mezin bû, û ji bilî ziyanê ti xêr ji Kurdan re neanî.
Diyarbû ku wê hêzên dagirker piştî referandumê dest bi êrişan bikin. Enqere, Bexda, Tehran ketibûn nava hewldanan. Ku niha êrişek çêbe wê dîsa yên ku rêbaza referandumê rexne kiribûn canê xwe bidin û yên ku digotin ‘referandum çi xweş e’ wê seyr û temaşe bikin!
Ica niha em werin ser pirsa xwe.
1- Li hemberî êrişên li dijî Kurd û Kurdistanê plana B ya PDK’ê çi ye? Eger nikaribin bersiv bidin êrişan wê çawa serxwebûnê îlan bikin?
2- We berê got, ‘referandum ji bo serxwebûnê pêk tê, û em ji her tiştî re amade ne.’ Gel jî wisa îrade beyan kir. Çima niha rojê sê caran hûn dibêjin ‘em serxwebênê îlan nakin.’ Çi hat guhertin? Eger gef û tehdîdên dijmin bin ew berê jî hebûn.
3- Beriya 25’ê Îlonê û bi taybet di van rojên dawî de hemû hêzên Kurd û Kurdistanî dibejin ‘ji bo ku Kurd ji vê pêvajoyê serkeftî derkevin yekitiya neteweyî lazim e.’ Lê PDK ji bo yekitiya neteweyî ti gotinek nabêje. Gelo PDK dixwaze pişta xwe bide gelê xwe an dijminê xwe? Çima ji bo yekitiya neteweyî helwêsta xwe nîşan nade?
4- Rayedarên Tirk, bi taybet Erdogan û kesên derdora wî rojê deh caran êrişî Barzanî û PDK’ê dikin, heqaretan dikin. Lê PDK’yî dîsa pesnê Erdogan didin û dixwazin pê re hevdîtinê pêk bînin. Dema ku Kurdek PKD’ê rexne bike hûn sed caran bersiv didin lê gelo çima êrişên Erdogan jî nedîtî ve tên? Ji çi ditirsin?
5- Ne tenê Erdogan, medyaya AKP’ê jî êrişî rêveberiya Başûr dike. Lê belê medyaya PDK’ê vê yekê berovajî nîşanî gelê Başûr dide. Sedem çi ye? Çima rastiyan ji gel vedişêrin?
6- Bi taybet Kerkûk niha di bin xeteriyê de ye. Û diyar e ku MÎT li vir hin koman sor dike. Navenda MÎT’ê jî li Hewlêrê ye. Gelo PDK difikire ku navenda MÎT’ê bigire?
7- Ne tenê MÎT, 18 baregehên leşkerî yên Tirkiyê li ser axa Başûr in. Gelê Başûr dixwaze ev baregeh werin girtin. Gelo PDK çima nagire, an naxwaze werin girtin?
8- Bi gotin be jî PDK dibêje ‘em ji bo Başûr serxwebunê dixwazin.’ Baş e, ji bo Rojava, Bakur û Rojhilat çi dixwazin? Madem ji bo Başûr serxwebunê dixwazin û hemû Kurd destekê didin, çima hûn li dijî xweseriya Rojava ne? Her wiha ji bo beşên din ên Kurdistanê hûn çi difikirin?
9- Eger êrişeke leşkeri li dijî Başûr çêbe, Kurd çawa dikarin bibin bersiv. Ji bo vê yekê konsensûsek leşkerî ya neteweyî heye an na? PDK ji bo vê yekê xwedî helwêsteke çawa ye?
10- Û pirsa dawî, ji bo PDK berjewendiyên Kurd û Kurdîstan li pêş in an jî berjewendiyên partî û komî? Ji ber ku fikarên gelê Kurd di vê mijarê de gelek zêde ne!