Nod sal berê di 24ê tîrmeha 1923’yan de li Lozan a Swîsreyê bi peymaneke navdeweletî re kurd bi qedereke reş re rû bi rû hatin hiştin. Împaratoriya Osmanî hatibû belavkirin, li ser cografyaya ku wê desthilatdariya xwe dida meşandin bi dehan xelkan serxwebûna xwe îlan kiribûn. Li ser erda ku ji împaratoriyê şûnde mayî, li bakurê Mezopotamya û Anatolyayê, di bin desthilatdariya tirkan de tenê kurd mabûn. Hejmar û hêza xelkên xirîstiyan ên mîna ermenî, asûrî û çerkesan jî qasî ku dengê xwe bilind bikin û sewa xwe parekî ji desthilatdariyê bixwazin nemabû. Di bin wan şertan di payîza 1922’yan de li bajarê Lozan ê Swîsreyê sewa ku dewleta nû ya mîrasa Osmaniyan berdewam bike wê çitûlî be, muzakere hatin destpêkirin.

Wexta di navbera tirkan û îngîlîzan muzakere hat destpêkirin, di nava heyeta tirkan a ji 27 kesan pêk dihat de tenê kurdek hebû. Mebûsê Amedê Zulfû Beg (Tîgrel) ji hela Mustafa Kemal ve di nava heyetê de hatibû bicihkirin; ku tu kes nebêje di muzakereyan de temsîla kurdan tune ye. Zulfû Beg bi aslê xwe kurd bû, lê tu eleqeya xwe bi kurdan re tune bû...
Paşê, di bihara 1923’yan de ji nişkave hijbijartinek tê lidarxistin û mebûsên kurd ên ku Mustafa Kemal bi xwe hilbijartî ji peymana Lozanê ya ku di 23’ê tîrmeha 1923’yan de hatibû îmzekirin re destê xwe ra dikin. Û paşê wekî tê zanîn; kurd bi piştgiriya nûnerên sexte û hevkarê serdestan yên bi aslê xwe kurd, bi qedereke reş a înkar û tunebûnê re rû bi rû tên hiştin...
Hêzên ku ev 90 sal e xelkan bi hevdu re didin kuştin, îro dîsa li ser xwîna xelkan operasyonan li dar dixin. Xelkên Rojhilata Navîn gişt ketine qirika hevdû û xwîna hevdu dirijinîn. Hêzên navdewletî jî li ser wê çitûlî ji vê rewşê feydeyê bigirin, planan çê dikin. Du sed sal e ev hêzên navdewletî yên bêxeriyê li Rojhilata Navîn in û du sed sal e li herêmê şer heye û xelkên herêmî hevdu dikujin.
İro jî bi aktor û metodên cûda heman polîtîka li dar e. Helbet kurd jî para xwe ji van polîtîkayan distînin. Ji peymana Lozanê 90 sal şûnde, hêzên serdest ên navdewletî û hevkarên wan ên kurd vê carê di nava lîstikeke Lozan a duduyan de ne.
Yekîtiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Îngîlîztan, Rûsya, Fransa û dewletên din ên serdest ên xwedî hêza leşkerî, siyasî û aborî dixwazin pirsgirêka Suriyeyê gorî menfeatên xwe û bêyî tevlîbûna îradeya xelkên Sûriyeyê, bigihînin encamekê. Bi çend hevkarên xwe yên bi qirewat ên ku qet li Suriyeyê nemane û komên îslamîst ên radîkal ên bi çavsorî însanan dikujin re di nava lîstikên kevin de ne...
Mesele ne çareserkirina pirsgirêkan û sazkirina rejîmeke demokratîk e. Mesele, di nav xwe de parvekirina zengîniya Suriyeyê û perçiqandina îradeya xelkên Suriyeyî ye! Yanî fîl lotikê li hevdû didin, çîmen tên pelçiqandin!..
Belkî 90 sal berê li Lozanê kurd hatin xapandin, lê îro rewş ne mîna ya wê çaxê ye. Belkî dîsa şûna nûnerên kurdên serbixwe, kurdên hevkar ê serdestan derdixin pêş, lê kurd ne kurdên berê ne! Kurd 90 sal berê bêrêxistinî û bêpêşeng bûn, lê îro li her çar hêlên Kurdistanê û li diyasporayê him bi pêşeng in him jî bi civakî û askerî rêxistinî ne. Berê ne xwedî hişmendiyeke azad û xweser bûn, lê îro dilê tevahiya kurdan bi hêviya azadiyê diavêje û piraniya kurd xwedî îradeyeke serbixwe û azad in.Kurdên Rojava îro xwedî sîstemek û hikûmeteke xweser e!..
Îxanet û rûreşiya dîrokî deşîfre bû. Di sih salên vê dawiyê de li tevahiya cîhanê re hat îspat kirin, ku îradeya kurd a serbixwe nayê şikeştin. Ya herî girîngi jî kurd êdî xwedî hişê serxwebûn û azadiyê ne. Qedera kurdan li Rojava aşkere dibe, ne li Cenevreyê. Ne Lozana duduyan ne jî Cenevreya duduyan nikane vê îradeyê binpê bike...