Endamê Berê yê Desteya Perwerdehî ya Zanîngeha Şamê û Profesorê Zimanê Erebî û Dîroka Şaristaniya Îslamî di Zanîngeha Grenoble û Dibistana Bilind a Bazirganiyê ya Bajarê Grenoble yê Fransayê Fûad El-Qetrîb derbarê danûstandinên Cenevre-3 de ji ANHA’yê re axivî.

El-Qetrîb got “Ez wekî welatiyekî Sûriyê û wekî demokratekî ji Ocalanî hêvî dikim ku ev şerê qirêj ku tenê wêraniyê bi xwe re tîne bisekinîne. Lê ez dizanim ku ev şerê qirêj alavên wekî rêjîma tundraw, DAIŞ, El-Nusra û hwd. tê de ne û naxwazin şer bisekinîne. Van hêzan di xwe de şoreş şikandin û veguhestin şerekî qirêj.”


‘Dixwazin li gorî projeyên xwe çareser bikin’

Profesor Fûad El-Qetrîb diyar kir ku aliyên herêmî ku têkiliyên wan bi hêzên di hundir re hene, her yek ji wan dixwazin li gorî projeyên xwe aloziya Sûriyeyê çareser bike û wiha axaftinên xwe domand: “Ez baş dizanim ku hêzên navnetewî di serî de Amerîka û Rûsya ev bi xwe biryara bidawîkirina vî şerî distînin.Tevî ku ev her du dewlet îdîa dikin ku ew dixwazin şer raweste, lê ya rast ew e hê wan jî bi awayekî ciddî lihev nekiriye.”


‘Cenevre-3 wê ne ciddî be’

El-Qetrîb behsa nûnerên gelê Sûriyeyê û hin aliyên ku dixwazin xwe bi tenê wekî nûner nîşan bidin kir û got: “Ez dibînim ku Cenevre-3 wê ne ciddî be. Tu encam jî jê nayê derxistin û trajediya şer ranaweste. Ji bilî vê di navbera hêzên opozîsyona Sûriyeyê de nakokî hene. Di navbera Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û opozîsyona Riyadê de nakokî hene. Opozîsyona Riyadê dixwaze bi tena xwe wekî nûner bi rêjîmê re danûstandinan bike.”


‘Tiştekî ku hêviyê bide min tuneye’

Fûad El-Qetrîb axaftinên xwe wiha domand: “Meclîsa Sûriyeya Demokratîk jî nûnertiya parçeyekî gelê Sûriyeyê dike, rêjîmê aliyê sêyemîn e. Aliyekî bêdeng ji gelê Sûriyeyê heye û tu kes nûnertiya wî nake.”

Fûad El-Qetrîb bêhêvîbûyîna xwe ji vê kongreyê re diyar kir û got: “Tiştekî ku hêviyê bide min tuneye. Li gorî nêrîna me riya yekemîn a rawestandina vî şerî lidarxistina kongreyeke niştîmanî ya giştî aliyên Sûriyeyê ku hemû hêzên Sûriyeyê yên niştîmanperwer, rêxistinên civaka sivîl, kesayetên welatparêz û serbixwe û kesên zana û rewşenbîr têde bicih bigrin e. Divê ev kongre bi çavdêriya Netewên Yekbûyî û piştgiriya Konseya Ewlekariyê li Şamê pêk were. Lê heta niha ne ji aliyê Amerîka û ne jî ji aliyê Rûsyayê ve pêşniyarên wiha nehatine kirin.”


‘Parçyeke ji projeya Rojhilata Navîn a Ocalan e'

Di dawiyê de Fûad El-Qetrîb ev tişt anî zimên: “Ez hêvî dikim ku kongreyeke niştîmanî ya tê xwestin pêk were. Ez ji hemû kesên demokrat ên Sûriyeyê dixwazim ku hêza xwe bikin yek û bibin aliyekî aktîf ku karibe projeya xwe ango projeya niştîmanî û demokratîk a Sûriyeyê li ser her kesî ferz bike, her wiha armacên şoreşa xwe pêk bîne, ev jî parçyeke ji projeya Rojhilata Navîn a Ocalan e. 


 ANHA/QAMIŞLO