
Serokê Diwana Meclisa Qanûnsazî ya Demî Abdulkerîm Umer li ser xebatên Rêveberiya Demokratîk gihaştiye kîjan astê, encamê civîna Cenevre 2 wê çi bandoriyê li xebatê wan bike, wê Rêveberiyekî çewa pêk bînin, ger êrîşek li ser wan bibe wê çi bikin bersiva pirsên ANF’ê da.
Ji bo hemû Sûriyeyê
Umer dazanîn ew wek Kurd ji 19’ê Tîrmeha 2012’an heta niha herêmê birêve dibin û îro ev rêberî hemû pêkhateyên herêmê digre nav xwe û wiha got; “ Kurd ji roja despêkê heta niha herêmê xwe birêve dibe. Lê bi şoreşa 19’ê Tîrmehê heta niha bi hemû awayî herêmê rêve dibe. Lê niha bi sîstema xweseriya demokratik û ava kirina Meclisa Qanûnsazî bi hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê niha sîstemek tê avakirin. Ev sîstem di heman demê de wê ji bo Sûriyê bibe mînak.”
Li ser pirsa gelo di civîna Cenevre 2 de opozîsyona Sûriyê û rejîma Suriye hikûmetek ava bikin, wê bandoriyekî çewa li ser rêveberiya kantonên xweseriya demokratik Abdulkerîm Umer destnîşankir ku encamê civîna Cenevre 2 wan girênadin û wiha got “ Gelê Kurd û pêkhateyên Rojavaya Kurdistan bi xweseriya demokratik dixwazin sîstemek nû avabikin. Ev avakirin bi îtîfaka gelên Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Çeçen û Ermenan pêk tê. Jiber wê jî civîna Cenevre 2 û hêzên li vir kom dibin çê biryar bigrin, me girênade. Di civîna Cenevrê çi biryar bin girtin, ew biryar wan hêzên beşdarî civînê dibin girêdide. Em ê wek pêkhateyên Rojavaya Kurdistan xebatên xwe yên xizmeta gel bidomînin.”
Rêveberiya hemû pêkhateyan
Umer dazanîn wan di qanûna rêveberiyê ji bo Kantonan 20 wezaret destnîşan kirin û wiha gotinên xwe domand “ Em amadekariyên xwe yê Rêveberiya demî ber bi dawî diçin. Jiber em niha nikarin hilbijartinan bikin, em ê bi îtîfaka hemû pêkhateyên herêmê pêkbînin. Ji bo wê jî di civîna me ya dawî ya Qanûnsaz ji hemû pêkhateyên herêmê komiteyek avakir û ev komîte wê bi îtîfak Rêveberiya Kantona Cizîrê destnîşan bike.”
Sîstema rêveberiyê
Umer ji çewatiya wezaretan da diyar kirine wê sê pêkhateyên diheman wezaretê de cihê bigrin û wiha axaftina dewam kir “ Niha wê her Kanton rêveberiya xwe diyar bike û wê her Kantonek wezîrên xwe diyar bikin. Di sîsteme da wê wezirek û du cigirê wî hebin. Ger wezir ji pêkhateya Ereb be, wê cigirek wî Kurd, yên din jî Suryan be. Bi vî rengî di wezaretande temsîla hemû pêkhateyan hebe. Niha komîteya ji 19 kesan û Dîwana Qanûnsazî ya Rojavaya Kurdistan wê kesên beşdarî wezaret bibin diyar bikin û wê wan navan bi îtîfaka hemû pêkhateyan pêşkeşî Meclîsa Qanûnsazî bikin.”
Hilbijartinên kantonan
Umer di dawî got ku piştî avakirina Rêveberiya demî, Komîteya Hilbijartinan ya Bilind bê avakirin û wê dinava 4 mehan de amadekariya hilbijartinên kantonan bên kirin. Di encam de her partî dikare beşdarî hilbijartinê bibe û di encama wê de kî bi serket wê nûnerê xwe bişîna Meclîsa Qanûnsazî û kîjan partî dengê zêde girt wê hikûmeta daîmî ya 4 sala bidome ava bike.”
AZÎZ KOYLUOGLÛ / ANF/QAMIŞLO
Ji TEV-DEM’ê hişyarî
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bang li ENKS kir ku nebe beşek ji polîtîkayên ji bo Kurdan bê wateya Lozana duyemîn. TEV-DEM’ê destnîşan kir ku ewê biryarên civîneke mafê Kurdan nas nake, qebûl nekin.
Di daxuyaniya TEV-DEM`ê de ev tişt hatin gotin: “Mijara pirsgirêka Sûriyê ketiye rojeva hemû dewletên herêmê û yên cîhanê. Pirsgirêka Sûriyê di nava destwerdanên navnetewî de gihiştiye wê astê ku êdî gelê Sûriyê nikare biryara xwe bi xwe bide. Di van rojên ku em ber bi lidar xistina civîna Cenevre 2 diçin em dibînin pirsgirêka Sûriyê li gorî hesabên navnetewî tê gotûbêj kirin, amadekariyên civînê li gorî van hesaban ne li gorî hesabên hêzên hundir tên kirin.”
Daxuyaniya TEV-DEM`ê wiha dewam dike:” Em wek TEV-DEM`ê em tim nûnerên xeta Cinevreyê ya çareseriya aşîtiyane dikin, lewma em bi tu aliyan re neketin nava pevçûnan û me xwe parast û em her li ser vê xetê bimînin.”
TEV-DEM`ê da zanîn ku nûnerên rastîn yên xeta Cenevreyê ji civînê hatine dûrxistin û wiha dewam kir:” Kurd heta niha ne di nava şandeya opozisyonê de nejî wek şandeyeke serbixwe ji bo Cenevreyê nehatine vexwendin. Aliyên demokratîk ji civînê hatine dûrxistin. Em bi vê munasebetê ji wan aliyên ku li dijî beşdariya Kurdan bûn re dibêjin ku: hûn bi van hesabên xwe nikarin hebûna Kurdan înkar bikin, tevî hemû siyasetên înkarê lê Kurd li ser axa xwe ne.”
Dubarekirina Lozanê ye
TEV-DEM`ê wiha dewam kir:” Bêyî naskirina mafên pêkhateyeyan hûnê çawa Sûriyeke demokratîk ava bikin. Ev kiryar wek dubarekirina hevpymana Lozanê ye, çawa hinek Kurdan di bin sîwana dewleta Tirkiyê de doza Kurdan firotin. Tişta ku niha li Cenevreyê tê kirin jî wiha ye.”
TEV-DEM`ê da zanîn ku vexwendina Koalisyona opozisyonê ya parçebûyî û beşarkirina kesekî ku bi Kurdî diaxive nayê wateya danasîna mafên Kurdan û nayê wateya avakirina Sûriyaya demokratîk. Daxuyanî wiha dewam dike: ”Ci kesyetiyên Kurd yên ku derveyê iradeya Kurdan ji bo Cenevre 2 hatine vexwendin nûneriya Kurdan nake, ew tenê nûneriyê kesayeta xwe dike.”
TEV-DEM`ê di daxuyaniya xwe bang li hemû Kurdên bi rumet kir ku li dijî van lihevhatinên siyasî nerazîbûn nîşan bide. TEV-DEM`ê ji ENKS`ê jî xwest ku nebin egera dubarkirina Lozanê li ser Kurdan, yan jî dîrok dê lanetê li wan bîne. TEV-DEM`ê daxuyaniya xwe wiha bidawî kir:”Em wek TEV-DEM`ê ji hemû raya giştî re radighînin ku dîrok jî şahid be, bêyî beşdariya Kurdan û bêyî misogerkirina mafên Kurdan, tu biryarên civîna Cenevre 2 me girênadin û em wan biryaran pêk nayînin.”
NAVENDA NÛÇEYAN