Cenga Mezin û Bagera Cizîrê li Bakurê Sûriyê bi rê ve diçin, di van herdu pêngavan de derbên giran li çeteyan tên xistin. Di şerê li navenda Reqa de li Taxa El-Emîn 33 çete hatin kuştin. Di Bagera Cizîrê de jî şervan li baskekî 60, li baskê din 40 kîlometroyan bi pêş ketin.

Operasyona Rizgarkirina Reqayê ku 6'ê Hezîranê dest pê kir û niha ber bi dawiyê ve diçe. Beşeke mezin a bajêr ji çeteyan hatiye paqijkirin. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku dor li çeteyên DAIŞ'ê girtine, derbasî navenda bajarê Reqayê bûn. Li vê derê şer dijware.

Şerê ku pêr li dora Nexweşxaneya Wetenî û Bexçeyê Reşîd ên li taxa Emîn rû da, hîna jî dewam dike. Li heman taxê, wesayîteke bombebarkirî ji aliyê şervanên QSD'ê ve hate rûxandin û du êrîşkarên xwekuj ji aliyê şervanan ve hatin bêbandorkirin. Bi vî rengî pêşî li êrîşên xwekujiyê hat girtin. Di vî şerî de heta niha 33 çete hatine kuştin.

Li gorî agahiyên ji aliyê QSD'ê ve hatin ragihandin, di şerê pêr de 5 şervan şehîd bûn. 


Bagera Cizîrê wek bagerê ye

Pêngava Bagera Cizîrê jî di roja 6`an de bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Li gorî agahiyên ji herêma şer hatine wergirtin, şervanên QSD`ê li baskê Ebû Fas 60 kîlometroyan li bejahiya Dêra Zorê bi pêşve çûn û çerxerêya Mehlec a ku li bakur-rojhilatê Dêra Zorê ye, ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir. Piştî rizgarkirina çerxerêyê, şervan derbasî kargeha pembû bûn û li wir şer giran e. Dîsa li heman baskî şervanên QSD`ê doh sibehê 40 sivîl rizgar kirin û ew derbasî herêmên ewle kirin.

Her wiha li baskê Ebû Xeşeb jî şervanên QSD`ê 40 kîlometroyan bi pêş ve çûn û  li bakurê Dêra Zorê şervanan pira Ebû Xeşeb, Tugeya 113, Tabûra El-Nîran, Girê El-Cehîf û Cehîf Raxib ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar, kirin. 


 REQA/DÊRA ZORÊ