ROPERÎ HARÛN HEFTENÎN Ji 16’ê Hezîranê ve êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Heftenînê dewam dikin. Gerîlayên YJA Star û HPG’ê jî bi hewldanên xurt li ber xwe didin. Gerîlaya YJA Starê Lîlav Jînda li ser berxwedana Cenga Heftanînê axivî. Lîlav got, ”Dijmin dixwaze Heftenînê bi dest bixe û îradeya gerîla bişikîne. Gerîla jî li dijî vê yekê bi ruh û îradeya xwe, li ser rêûresma Bêrîtan û Zîlanan bersiveke mezin dide dewleta Tirk a faşîst. Dîrok tiştekî zindî ye û ji ber vê yekê ne tenê li Heftenînê li kîjan parçeyên Kurdistanê dibe bila bibe, êrişa dijmin çiqasî giran dibe bila bibe em ê bi îrade û hezkirina vî gelî her tim li ber xwe bidin. Bi moral û motîvasyona ji gel û Rêberê xwe wergirtî em ê di vê cengê de bi ser bikevin. Dewleta Tirk çiqasî êriş dike bila bike wê nikaribe bi ser bikeve. Li holê rastiyek heye, ya ku me li ser piyan dihêle rastiya rêbertî û şehîdan e. Heta ku ev nirx hebe em ê têk neçin. Çi dibe bila bibe em ê Cenga Heftenînê bikin cenga serketinê. Rêberê me got, ‘me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî bi ser bikevin’. Em ê bi ruhê ciwantî, moral û movîtasyona xwe di vê cengê de azadî û serketinê misoger bikin.”