Şêxê Êla El-Hinadê ya Ereb, Îbrahîm El-Îsa got, êlên herêmê destwerdanên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin û wiha axivî: “Em qebûl nakin ku senaryoya Cerablus, Ezaz û El-Raî li herêmên me dubare bibe.”
MIHEMED EL-EHMED / ANHA / GIRÊ SPÎ
Şêxê êla El-Hinade ya li Girê Spî, Îbrahîm El-Îsa gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxandin û got: “Em gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmê red dikin.”
El-Îsa di destpêkê de îşaret bi wê yekê kir ku deverên wan bi xwîn û berdêlên giran hatine rizgarkirin û got, “Em wek êlên Ereb, Kurd, Tirkmen û gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, destwerdanên li dijî herêmên ku bi saya xwîna şehîdan rizgar bûne, red dikin.”
El-Îsa teqez kir ku ew senaryoya dagirkeriyê ya li Cerablus, El-Raî û Ezazê qebûl nakin û wiha pêde çû: “Ji ber ku gelên herêmê hemû tê gihîştin ku Tirkiye li herêmên di bin dagirkeriya xwe de kuştin, talan û wêrankirinê dike. Gelê herêmê xaka xwe li dijî hemû dagirker û çavbirçiyan wê biparêze.”
Dagirkeriya Tirk talan Rêveberiya Xweser refah anî
Şêx Îbrahîm El-Îsa di dewamê de bal kişand ser aramî û ewlehiya herêmên ku ji çeteyan hatine rizgarkirin û wiha peyivî: “Gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji rêveberî û hêzên xwe razî ne. Ji ber ku li herêmê wekhevî heye. Ewlehî, aramî û rêzgirtina mafan a ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li ti herêmên din tine ye.”
El- Îsa li ser mijarê û dewra Ereban di tinekirina DAIŞ´ê de jî wiha axivî: “Rola êlên Ereb di tinekirina DAIŞ’ê de heye. Çeteyên DAIŞ’ê di 15’ê Hezîrana 2016’an de li herêma Girê Spî têk çûn. Di rojên destpêkê yên rizgarkirinê de rûspî û şêxên herêmê bi YPG û YPJ’ê re civiyan. Di encamê de meclisa êlên herêmê ya ji 114 kesan hat avakirin. Piştî wê Rêveberiya Xweser û meclisên wê hatin avakirin.”
Peyayên Tirkiyeyê nûnerê şexsê xwe ne
Îbrahîm El-Îsa ji bo wan kesan ku îdîa dikin ku ew nûnerên êlên herêmê ne û li Tirkiyeyê civiyane jî got, ew tenê nûnertiya xwe dikin û wiha dewam kir: “Şêx û rûspiyên êlên herêmê bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re ne. Kesên derketine derveyî welat nikarin çarenûsa gelên herêmê diyar bikin. Ji ber ku gelên herêmê tenê xwediyên vê xakê ne.”
Şêxê Êla El-Hinade Îbrahîm El-Îsa gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Em wek êlên herêma Girê Spî dibêjin, biryara me di destê me de ye. Ji ber ku em li ser erdê xwe ne. Nabe ku ew kesên di hembêza Tirkiyê de dijîn, bibêjin, em êlên herêmê ne û nûnertiya me bikin.”