Çavkaniyên ji hundirê Cerablusê ragîhand ku Artêşa Tirk li ser dibistaneke bajêr alên Tirkiyê rakiribûn û li ser welatiyan ferz kirin ku zimanê Tirkî fêr bibin. Heman çavkaniyan destnîşan kir ku welatiyên Cerbalusê daxwaza Tirkiyê red kir û li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê meşiyan û xwestin ku Artêşa Tirk ji bajarê wan derkeve.
Çavkaniyan da zanîn Artêşa Tirk a Dagirker li dibistana asta amadeyî ya Ehmed Selîm Mele daliqandina alên Tirkiyê û fêrbûna zimanê Tirkî ferz kir, meşa welatiyan pêk hat. Çavkaniyan da zanîn ku vê yekê hişt ku şêniyên bajar aciz bibin û bi hêrs dakevin kolanan û xwestin ku Meclîsa herêmî ya bajêr careke din vegere ser kar û meclîsa ku niha ji aliyê Tirkiyeyê û çeteyên wê ve hatiye avakirin dest ji karûbarê bajêr berde.
Artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî meşvanan derketin û nehiştin ku bigihîjin avahiyên sereke ku Arêtşa Tirk wekî baregeh bi kar tîne. Aloziya di bajêr de heta me nûçe amade dikir hîn didomiya û welatiyên hêrsrabûyî hîn jî li kolanan bûn.
CERABLUS